• Ji generalên piçûk ên zanayê Kurd Apê Mûsa, Yilmaz Yakût (Kalo), ji ber nexweşiya pençeşêrê, canê xwe ji dest da.   

Ji generalên piçûk ên zanayê Kurd Apê Mûsa, Yilmaz Yakût (Kalo), ji ber nexweşiya pençeşêrê, canê xwe ji dest da.   

Ji belavkarên rojname û kovarên Ozgur Gundem, Welat û Ozgur Halkê, yên ku zanayê kurd şehîd Apê Mûsa ew weke "generalên min ên piçûk" bi nav kiribûn, Yilmaz Yakût yan jî bi navê xwe yê belav Kalo, ji ber nexweşiya pençeşêrê koça xwe ya dawî kir. Ev demeke dirêj bû ku Kalo derman dibû. Wî li mala xwe ya li Amedê jiyana xwe ji dest da. Rexmî hemû zext û zordariya dewletê jî Kalo di salên 1990'î de belavkariya Rojnameya Welat, Azadiya Welat û Ozgur Gundemê kir û bû remza Cenazeyê Kalo doh li navçeya Baglarê li Goristana Yenîkoyê hate veşartin.

 

Hevalên Kalo yên belavkarên rojnameyê, kedkarên çapemeniya azad, endamên Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê, nûnerên Rêxistina HDP'ê ya Bajêr jî di nav de gelek kes tevlî merasîma veşartina cenazeyê Kalo bûn.

Piştî merasîmê malbata Yakût li Mala Sersaxiyê ya Şaklat a li Dîclekentê serdanên sersaxiyê qebûl kirin. 

AMED