Oxir be ey şehîd
Çarşem 8 Kanûn 2021 - 23:15
- Di merasîma oxirkirina şehîd Merwan Bedel Xwedêda de hat gotin, şehîd Merwan Bedel fa- daiyê Êzîdxanê ye û ji bilî xwebirêxistinkirin û xweparastinê ti rêyên din li ber civaka Êzîdî nî- nin. Ji ber hevkariya bi Erdogan re hikûmeta Iraqê jî hat rûreşkirin.
Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Merwan Bedel bi beşdarbûna bi hezaran kesî û bi dirûşmeyên şehîd namirin, bi merasîmeke bi heybet hate oxirkirin. Di merasîmê de soza dilsoziya bi doza şehîdan re hate dayîn: “Vê şehadetê careke din îsbat kir ku ji bilî xwebirêxistinkirin û xweparastinê, ti rêyeke din ji bo Êzîdiyan nîne.”
Pêr piştî nîvrojê, balefirên bêmirov ên dewleta Tirk hiqûqa navneteweyî û ya insanî binpê kir û êrişî erebeya Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê Merwan Bedel Xwedêda kir. Merwan Bedel Xwedêda ji bo ku ji bo cejna Êzî cilûbergan ji zarokên xwe re bikire li ser rê bû û di erebeyê de du zarokên wî jî hebûn. Di êrişê de Merwan Bedel ̣wedêda şehîd bû û du zarokên wî bi birîndarî hatin rizgarkirin.
Bi def û şibêb bi oxir kirin
Cenazeyê Merwan Bedel doh sibehê ji Nexweşxaneya Şehîdên Xanesorê hate wergirtin û ji bo rê û resmên olî birin mala wî. Bi sedan welatî jî li ber mala Şehîd Merwan Bedel kom bûn. Piştî rê û rêsmên olî, cenazeyê Merwan Bedel li ber def û şibêb û dirûşmeya şehîd namirin, birin goristanê.
Cenazeyê Hevserokê Desteya Rêveber a Şengalê, Merwan Bedel Xwedêda bi beşdarbûna bi hezaran kesî û bi dirûşmeyên şehîd namirin, bi merasîmeke bi heybet li Goristana Şehîd Dilgeş û Berxwedan spartin axê.
Piştî ku darbesta Şehîd Merwan Bedel bi karwaneke bi sedan wesayîtî ji mala wî hate oxirkirin, karwan beriya ku bigihe şehîdgehê, li lofên Kolika sekinî. Li vê derê bi hezaran welatiyî rahişt darbesta wî, û cenaze li ser milan birin şehîdgehê.
Li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Şehîd Berxwedan, ji bo Merwan Bedel Xwedêda merasîmeke leşkerî hate kirin. Sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser hemû, Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ), Yekîtiya Ciwanên Êzîdî, hevserokên PADÊ, Fermandariya Yekineyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) û Yekineyên Jinên Şengalê (YJŞ), Asayîşa Êzîdxanê, oldar û eşayîrî û her wiha Erebên deverê jî di merasîmê de amade bûn. Di merasîmê de şervanên YBŞ’ê jî amade bûn.
Xwebirêxistinkirin û xweparastin
Di merasîmê de li ser navê fermandariya YBŞ’ê Tîrêj Şengalî bal bire ser ked û têkoşîna Şehîd Merwan Bedel Xwedêda û got, “Şehîd Merwan Bedel di dema fermanê de ji bo parastina civaka xwe tevlî refên berxwedanê bû. Bi salan ji bo parastina Şengalê û Êzîdxanê têkoşiya. Malbata hevalê Dijwar Feqîr hebû. Lê malbata wî ya esasî civaka Êzîdî bû. Vê şehadetê jî careke din îsbat kir ku ji bilî xwe birêxistinkirin û xweparastinê ti rêya din ji bo Êzîdiyan nîne.”
Fedayiyê Êzîdxanê
Piştre Cihgirê Hevserokatiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Heso Brahîm bal bire ser jiyana têkoşer a Merwan Bedel û got, “Em di şexsê wî de şehîdan bi bîr tînin. Em pêşengê xwe Merwan Bedel bi rêzdarî bi bîr tînin. Heger em bêjin em li pey Tawisî Melek in, em ê şehîdan bidin.
Heger em şehîdan bidin, wê demê em ê zanibin em hene. Hevalê Merwan bû fedaiyekî Tawisî Melek, bû fedayiyê Êzîdxanê. Hevalê Merwan şehîdê Êzîdxanê ye. Bila serê gelê Êzîdî sax be. Hol hola Tawisî Melek e.”
Iraq şermezar kirin
Herî dawî Şemê Remo li ser navê TAJÊ bal bire ser berpirsyariya hikûmeta Iraqê û got, “Ka parastina hikûmeta Iraqê, ka parastina dewletan.
Hikûmeta Iraqê îro hevalê Erdogan e. Em vê hikûmetê şermezar dikin.”
Di merasîmê de hêrs û kîna li hemberî dewleta Tirk a dagirker, hikûmeta Iraqê û PDK’ê hîç kêm nebû. Her wiha soza mezinkirina têkoşînê û parastina Şengalê hate dayîn.
Piştî axaftinan cenazeyê Şehîd Merwan Bedel bi dirûşmeyên Şehîd Namirin spartin axê.
ŞENGAL