Otoasîmîlasyon zêde bûye

Duşem 12 Tebax 2024 - 01:45

Perdekarên ARÎ-DER’ê ku li Êlihê dersen Kurdî dide diyar kirin van salên dawî otoasîmîlasyon zêde bûye, ew dijî asîmîlasyonê û otoasîmîlasyonê têdikoşin, destnîşan kirin Kurdî hebûna wan e û xwestin ku Kurd li zimanê xwe xwedî derkevin. 

Kursên Kurdî yên Komeleya Lêkolîn û Çandê ya Arî (ARÎ-DER) a Êlihê ku ji 2018’an ve heye heta niha  bi sedan xwendekar perwerde kirine, her wiha gelek kesên ku lê perwrede bûne dikarin mamostetiya Kurdî jî bikin. Li komeleyê 5 qurs bi zaravayê Kurdî Kurmancî tê dayin. Mamosteyên komleyê di gelek saziyên sivîl ên bajêr de kargehên Kurdî vedikin. Her atolye bi qasî 3 mehan didome. Atolye ji 3 astên cuda pêk tê. Xwendekarên ku 3 ast qedandin wê xwedî wî mafî bin ku tevlî kargeha mamostetiyê bibin. 

Li komeleyê qeydên heyama nû dest pê kirin. Li gorî serlêdanan wê qursên nû werin vekirin. Komele, di heyama pêş de ji bo gundan û gelek deveran kursên Kurdî plan dike.  

Meral Kaptan a ku niha hem mamoste ye hem jî hevseroka komeleyê ye, diyar kir ku wan li gorî hejmara serlêdanan kargeh vekirine. Kaptanê da zanîn ku piştre bi serlêderan re saet û rojên kursan diyar kirine û got ku niha 20 kes bi awayekî aktîf di komeleyê de mamostetiyê dikin. Kaptanê anî ziman ku ew ji bo bikaranîna Kurdî di hemû qadên jiyanê de têdikoşin û destnîşan kir ku di van salên dawî de otoasîmîlasyon û her wiha asîmîlasyon gelekî belav bûye. Kaptanê anî ziman ku ew dixwazin li her qadên bajêr bi welatiyan re bên cem hev û li dijî otoasîmîlasyonê hişyariyê bikin û got: "Ji ber ku otoasîmîlasyon xetereya herî mezin a li ser zimanê Kurdî ye."

Piraniya beşdaran bi Kurdî nizanin

Firat Soylemez jî ku xwendekarê komeleyê bû, niha li komeleyê mamostetiya Kurdî dike. Soylemez got: "Piraniya kesên tên bi Kurdî nizanin. Mamosteyên ku ji herêmên Behra Reş, Ege û Marmarayê tên vir jî di nav kursiyerên me de ne. Mamosteyên ku tên komeleyê bi xwendekar, malbat û bi xwendekaran re diaxivin. Xelkê bajêr ji 11 salî heta 50 salî xwendekarên me hene." 

Em xwedî li zimanê xwe derkevin

Soylemez bal kişand ser girîngiya têkoşîna zimanê zikmakî û diyar kir ku bi zêdebûna êrişên li ser Kurdî re ev têkoşîn hîn zêdetir watedar bûye. Soylemez got: "Divê em zimanê xwe biparêzin. Li dijî êrişan divê em zêdetir bibêjin Kurdî. Divê her kes xwe berpirsyar bibîne. Ji bo vê têkoşînê ji kesî re nehêle. Werin em bi hev re xwedî li govend, ziman, çand û nasnameya xwe derkevin."

Ziman hebûna me ye 

Hêlîn Kaya ya ku li komeleyê dersên Kurdî dibîne, diyar kir ku hem ji bo xwendinê û hem jî ji bo nivîsandina Kurdî ya di asta pêşketî de qeyda xwe li komeleyê kiriye. Kayayê diyar kir ku hem li erbanê dixe û hem jî wêneyan digire. Kayayê diyar kir ku ew dixwaze bi zimanê xwe xebatên hunerî bimeşîne û got: "Armanca min a li vir ez bibim mamoste. Zimanê me hebûna me ye. Divê em zimanê xwe ku sedema hebûna me ye biparêzin. Otoasîmlasyon, niha dijminê herî mezin ê zimên e û divê mirov baldar be. Lewma divê her kes bi Kurdî biaxive û binivîsîne."

MA/FETHÎ BALAMAN/ÊLIH

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.