EHMED EL ESAF / ANHA / REQA

QSD’ê di 27'ê Tebaxê de operasyona ′Xurtkirina Ewlehiyê" li dijî şaneyên DAIŞ'ê, bazirganên narkotîkê û kesên ji derveyî qanûnê tevdigerin li Dêrazorê dabû destpêkirin.  Hemwextî operasyonê hin aliyan xwestin fîtneyê di nav pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de derxin.

Derbarê mijarê de, Cîgira Hevseroketiya Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Emîne Osê axivî. Emîne Osê di destpêka axaftina xwe de sersaxî ji malbatên şehîdên operasyonê re xwest got:"Operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' ne ewqasî hêsan bû wek ku hinekan texmîn dikir, lê belê pîlaneke mezin û aliyên ji derve hebûn ku hewl dan aramî û ewlehiya Dêrazorê têk bibin."

Emîne Osê diyar kir ku li ser daxwazên domdar ên şêniyên Dêrazorê, QSD'ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dest bi operasyona 'Xurtkirina Ewlehiyê' kir û got: ′′Piştre mezinahiya pîlanên li dijî herêmê û rola  hikumeta Şamê, dewleta Tirk û Îranê diyar bû ku bi israr hewl didan fîtneyê di navbera Kurd û Ereban de biafirînin. Bi saya hêzên me tevahî hewldan hatin têkbirin. Hêzên me roleke erênî di peydakirina îstiqrarê li Dêrazorê de pêk tînin."

Emîne Osê bal bire ser hevgirtina pêkhateyên herêmê jî û got:" Pêkhateyan bi israr kedeke mezin da û girîngî dane vê xalê ku ti fitniyeke neteweyî li ser esasê Kurd û Ereb tine ye. Tevahî pêkhateyan ev helwest nîşan da. Pêkhateyan destek dan hêzên leşkerî yên operasyonê.′′

Zanebûna gelê me pîlan têk birin

Emîne Osê diyar kir ku armancên kesayet û dewletên çavbirçî negihiştin serî û got: "Ji rojên pêşî de rejîmê destek da hin koman da ku operasyonê dirêj bikin û di encamê de sûdê bigirin. Di heman wextê de jî çeteyên girêdayî Tirkiyeyê êriş li dijî Til Temir û Minbicê dan destpê kirin. Armanca wan ew bû ku bala li ser operasyona ewlehiyê ya li Dêrazorê berbelav bikin. Lê zanebûna gelê me ji her kesî re îsbat kir ku operasyona Xurtkirina Ewlehiyê ya li Dêrazorê tevahî planên Tirkiye, hikumeta Şamê, Îranê û komên ku xizmeta pîlanên van dewletan dikirin, pûç kirin. Planên wan têk çûn, lê ev nayê wateya ku ew êdî hewl nedin careke din aramiya herêmê û projeya Rêveberiya Xweser têk bibin."

Emîne Osê diyar kir ku piştî paqijkirina Dêrazorê ji şaneyên çeteyan û yên xirabker wê li gorî derfetên heyî pêngaveke pêşxistina projeyên xizmetguzariyê hebe û got:′′Rêveberiya Xweser gihiştiye vê encamê ku dijmin hîna hewl dide projeya me têk bibe, lê ji bo hevgirtinê, xebateke cidî û parastina destkeftiyên ku bi fedakariyên şehîdan hatine bidestxistin, ji me tê xwestin."