Samî Eyşa yê 39 salî ji bajarê Idlibê ye lê belê li Qamişloyê dimîne û  bavê 4 zarokan e. Samî pir ji baxçeyê ku bi destên xwe ava kiriye hez dike.  Samî Eyşa di nava baxçeyê xwe de odeyeke biçûk ava kiriye da ku ji bo cotkaran cihekî bêhnvedanê çêbike. Armanca  Samî ew e  ku cotkaran ji serma zivistanê û germa havînê biparêze. Samî odeya xwe bi amûrên kevn ên çandî xemilandiye û amûrên berbehs gelekî kevn in ku hinek ji wan yên sed salî beriya niha ne. Di heman demê de Samî di baxçeyê xwe de darên cuda û kulîlkên reng bi reng çandine. Samî Eyşa got ku wî navê Xerbûş Derb Eltenûr li odeya xwe kiriye û wiha qala wateya wê kir:’’Elxerbûş odeyeke bi teşeyeke kevin tê naskirin. Odeya min a ku bûye cihê amûrên kevnar jî pir kevn e. Her wiha di têketina baxçeyî de jî tenûrek kevnar heye û em ji wê rêyê re dibêjin rêya tenûrê. Ji ber wê yekê min navê Xerbûş Derb Eltenûr li odeya xwe kiriye.’’

ANF/QAMIŞLO