Odeya veşartî ya Michelangelo

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 4 Mijdar 2023 - 00:17

Şêwekarê Ronesansê yê Îtalî, Michelangelo ji bo ku ji cezayê îdamê bireve û neyê îdamkirin du mehan xwe di odeyekê de veşartibû. Michelangelo, sala 1530’î, 2 mehan li vê odeyê mabû. 

Deriyê wê odeya ku Michelangelo xwe tê de veşartibû, niha wê li xelkê jî vebe, û xelk wê karibe li Îtalyayê here serdana odeyê. Piştî 15’ê Mijdarê ev ode li serdana xelkê vedibe.

Odeya ku Michelangelo xwe tê de veşartibû di nava Şapelên Medîcî de dimîne. Şapelên Medîcî jî ser bi “Muzeya Bargello” ne. Piştî ku Papa VII Clemens cezayê îdamê lê birrîbû, ew reviyabû û xwe di vê odeyê de veşartibû. 

Ev odeya ku lê mabû di sala 1975’an de hatiye kifşkirin. Rêveberê Şapelên Medîcî yê wî zemanî, Paolo Dal Poggetto dema dixwaze ji bo muzeyê deriyekî din veke, bi awayekî tesadûfî vê odeyê kifş dike. Ev ode 10 metreyan dirêj û berê wê jî 3 metreyan fireh e. Odeya veşartî, heta sala 1955’an jî weke depoyekê hatiye bikaranîn, lê piştî van salan her tim girtî mabû û haya kesî ji vê odeyê tine bû.

Michelangelo li ser dîwarên odeyê resm jî çêkirine. Ev resmên wî yên li ser dîwar jî dişibin resmê wî yên berê yên li ser dîwaran. Rêveberê “Bargello Museums” Paolo D’Agostîno, got; “Hunermendê ku ji ber cezayê îdamê tirsiyabû, katalogên resmên xwe yên berê çêkiribûn li ser dîwaran.”

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.