- Kurdistaniyên li Ewrûpayê li bêhtirî 40 navendan çalakî kirin û xwestin parêzerên Rêber Abdullah ocalan û malbata wî tavilê wî bibînin.
Kurdistaniyên ku ji ber hin nûçeyên li ser medyaya civakî belav bûyî, fikar ji siheta Rêber Abdullah Ocalan kirin, li welatên Ewrûpayê li gelek deveran çalakî kirin û peyama “Rêberiya me xeta me ya sor e” dan.
Li Elmanyayê ku lê bêhtirî milyonek Kurdî dimînin, li 20 navendan çalakî hebûn. Li paytexta Elmanyayê Berlînê, Kurdistanî li ber avahiya sefareta Tirk civiyan û xwestin tavilê elaqedarî siheta Ocalan daxuyanî bê dayîn û parêzer û malbata Rêber Ocalan karibin wî bibînin. Parlamenterê eyaleta Berlînê Hakan Taş jî xwest tavilê malbat û parêzer Ocalan bibînin. Nûnerê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Mele Dawud jî got, “Dewleta Tirk a faşîst dixwaze van gotegotan belav bike û me hîn bike em bê rêberî bijîn.”
Li Kölnê bi beşdariya malbatên şehîdan û hunermendan Kurdistaniyan bi mîtîngekê nerazîbûna xwe nîşan da û got, “Ocalan xeta me ya sor e”.
Li Giessenê jî bi çalakiyekê daxuyanî hat dayîn û Kurdistaniyan got, “Deynê me yê rûmetê ye ku em xwedî li Rêber Apo derkevin”.
Li Duisburgê di mîtînga li navenda bajêr, Kurdistaniyan daxuyanî da û got, “ji bo miletê Kurd siheta Rêber Apo heyatî ye”.
Li Bremen, Hamburg, Stuttgart, Nurnberg, Herford, Dortmund, Frankfurt, Hannover, Mannheim, Oldenburg, Darmstadt, Saarbrücken, Freiburg, Kiel, Dresden û Dusseldorfê bi çalakiyan tecrîd hat rûreşkirin û hat xwestin tavilê parêzer û malbat Ocalan bibînin.
Nerazîbûna ji dewletên Ewrûpî
Di çalakiyên li bajarên Swîsreyê Bern, Basel û Zurichê hem dewleta Tirk a tecrîdker û hem jî bêdengiya saziyên navneteweyî û Ewrûpî, û dewletên Ewrûpî hat protestokirin.
Di çalakiyên li bajarên Fransayê Parîs (li banliyoyên Evry, Villiers le Bel û Mantes la Jolie), Rennes, Toulouse, Bordeauxê jî Kurdistaniyan û dostên wan dewleta Tirk rûreş kir, xwest tavilê parêzer û malbat karibin Ocalan bibînin. Wan dewleta Tirk hişyar kir da ku hêrsa wan bêhtir raneke.
Li bajarên Holandayê Den Haag û Arnhem li bajarê Belçîkayê Liegê, li paytexta Swêdê Stockholmê, li bajarên wê Gavle, Orebro, Vesteros û Borlange li paytexta Norwêcê Osloyê, li paytexta Danîmarkayê Kopenhagenê jî çalakî hebûn.
NAVENDA NÛÇEYAN