• Li paytexta Kenyayê Nairobiyê, bi rengekî li hev hatibe, di hefteya qehremaniyê de gelek çalakiyên piştgiriya bi têkoşîna gelê Kurd re hatin li dar xistin û doza azadiya Ocalan hat kirin. 

Li paytexta Kenyayê Nairobiyê, bi rengekî li hev hatibe, di hefteya qehremaniyê de gelek çalakiyên piştgiriya bi têkoşîna gelê Kurd re hatin li dar xistin û doza azadiya Ocalan hat kirin. Getho Radio 26´ê Adarê kitêbên Ocalan dan nasîn. Beriya wê bi rojekê bi navê "Sedsala 21´ê wê bibe sedsala azadiya jinê" li Navenda Edaleta Civakî ya Mathare (Li Nairobiyê) konferansek li ser dersên ji têkoşîna jinên Kurd a azadiyê li Rojava hat lidarxistin. Dr. Thomas Jeffrey Miley jî li gelek deveran kitêba ji biyografiya Ocalan a ku tê de têkoşîn û fikrên Ocalan cih digirin "Freedom shall prevail (Divê azadî bi ser keve)" li gelek bajarên Kenyayê da nasîn. Herî dawî wî kitêb li Kasaranî da nasîn. Wêneyên Ocalan jî êdî li keviya bajarên Nairobiyê li ser dîwaran tê xêzkirin. Yek ji wan wêneyan jî ev e, ku Ocalan weke roja Kurdistanê hatiye sembolîzekirin. Li cem wêneyê Ocalan jî gotina wî "Em digihin wê nuqteyê ku divê sîleh bêdeng bibin û em bihêlin fikr bipeyivin" hatiye nivîsîn.

NAIROBÎ