Ji namzetên Rihayê yên Partiya Çep a Kesk û parlamenterê heyî Omer Ocalan got, Partiya Çep a Kesk wê di hilbijartinê de bi rola diyarker rabe.

Parlamenterê Rihayê yê HDP'ê û namzetê parlamenteriyê yê Partiya Çep a Kesk Omer Ocalan ji ANF'ê re axivî û anî ziman ku gelek nasname, komên baweriyan û cihêrengî li nava wan li hev kom bûne. Omer Ocalan diyar kir ku ew bi perspektîfeke li ser esasê hevgirtina cihêrengiyê xwe ji hilbijartinê re amade dikin.

 

Siyaseta Rêya 3'yemîn 

Omer Ocalan got, "Ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriya meseleya baweriyê, ji bo çareseriya bi dehan pirsgirêkên li welêt, ez di wê baweriyê de me ku em ê li meclisê bi rola diyarker rabin. Partiya Çep a Kesk û siyaseta Rêya 3'yemîn diyarker e. Ev welat bi meseleyên girîng re rû bi rû ye, lewma wê di navbera du blokan de tengav nebe. Em ê Rêya 3'yemîn ava bikin û siyaseta xwe kûrtir bikin. Ji bo mirovan hemûyan li ser bingeha nirxên demokratîk bigihînin hev çi ji destê me bê em ê bikin. Kadroyeke berfireh, gelek cihêrengî li vir in. Em ê bi perspektîfeke mezin li pêşiya xwe binihêrin. Ji bo komarê di sedsala duyemîn de bi demokrasiyê re bikin yek, bi demokrasiyê re li hev bike, ji bo Kurd bibin xwedî nasnameya xwe, bi zimanê xwe yê dayikê karibin perwerdeyê bibînin û çareseriya gelek pirsgirêkên din, haya me ji rol û mîsyona me heye. Em ê vê mîsyona xwe pêk bînin û karê xwe jî di asta herî bilind de bimeşînin."

NAVENDA NÛÇEYAN