Ocalan li zanîngehan ders e

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 20 Çile 2022 - 22:00

  • Li gorî daneyên Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re, li zanîngeh û navendên akademîk ên cîhanê herwiha li bernameyên xwendinê, pirtûkên Rêber Ocalan weke çavkanî tên bikaranîn.

BOTAN GERMIYANÎ / ROJNEWS

Rêber Abdullah Ocalan ku afînerê konfederalîzma demokratîk e, gelek pirtûk nivîsandine û pirtûkên wî li qederê 20 zimanên cuda hatine wergerandin û niha li zanîngehên binavûdeng ên cîhanê weke çavkanî tên bikaranîn û di bernameya xwendinê de cih girtine.

Ji bilî vê, bi hezaran semîner û lêkolîn li ser mijarê hatine kirin.

Rêber Abdullah Ocalan broşûra xwe ya yekê sala 1975’an li gel Mehmet Hayrî Durmûş bi navê  “Nirxandina derbarê împarator û kolonyalîmzê” de ji bo manifestoya “Komeleya Demokratîk a Xwendekarên Xwendina Bilind a Enqerê” nivîsand. Ev bû belgeya yekê ya nivîskî ya komeleyê. Herwiha, gotarên li bajarên Kurdistanê wan pêşkêş kirîbûn di Adara 1977’an de hatin nivîsandin.

Manifestoya PKK’ê û pirtûkên pey wê re

Di 18’ê Gulana 1977’an de Hakî Karer ji aliyê dewleta Tirk ve hate şehîd kirin ku Rêber Ocalan weke “ruhê xwe yê veşartî” didît, ji bo bersivdayînê û bibîranîna Hakî Karer, Rêber Ocalan di payîza heman salê de “bernameya partiyê” dinivîse û sala 1978’an jî weşana partiyê Serxwebûnê çap dike. Di heman salê de yekem jimar derket û Manifestoya "Rêya Şoreşa Kurdistanê" ya Rêber Ocalan hate belavkirin.

Rêber Ocalan ji sala 1970´yî heta 1980’yî qederê 10 pirtûk û broşûrên bi navê Eniya Yekgirtina Parastin û Têkoşîna li dijî Faşîzmê, Rola Zorê li Kurdistanê, Doza Rizgariya Neteweyî, Rêya Çareseriyê, Li Kurdistanê Dahurandina Kesayetiyê, Teybetmendiyên Têkoşerên Şoreşger, derbarê rêxistin, darbeya eskerî, erk û siyasetê de nivîsandiye.

Nirxandinên Rêber Ocalan yên ji bo pirsgirêkên salên 1987 û 1990’î de bi çend pirtûkan hatine nivîsandin. Ji van, Helwêsta Şoreşgerî beramberî Pirsa Dîn, Pirsgirêka Jin û Malbatê, Tesfiyekirina tesfiyekaran, PKK, Faşîzma 12’yê Îlonê û Parastin, Li Kurdistanê Xiyanet û Parastin, Di dîroka partiyê de kesayetiya xebatkar û hilbijartekên 1.2.3.4.

‘Şerê parastina hebûnê’

Rêber Ocalan rêveberiya xebata çekdarî li xwe digire û bi “Şerê Parastina Hebûnê” pênase dike. Di navbera 1990’î û 1992’yan de piştgiriya zêde ya gel bi dest xist û ji bo ku çareseriya siyasî cidî bixe rojev, divê qonaxê de pirtûkên “Destana Vejînê” û “Vejîn temam bû, dema rizgarbûnê hatiye” nivîsandin.

Lêgerînên Rêber Ocalan ên ji bo çareseriyê û pêşniyazên ji bo aştiyê bûn çend pirtûk. Ji van, "Çend hevdîtinên li gel Abdullah Ocalan", "Apo û PKK" , "Çend guftûgo li baxçeyê Kurdî de" , "Derbarê doza Kurd de li gel Ocalan û Burkay", "Li muxatebekî digerim- guftûgoya derbarê agirbestê de" û "Kuştina zilamtiyê"

Herwiha Rêber Ocalan pirtûkên bi navên “Pirsgirsêkên Şoreş û Sosyalîzmê” , “Di sosyalîzmê de Israr di mirovbûnê de Israr e” ,

“Ziman û Çalakiya Rastiyê”, “Dîrok Di Roja Me De Veşartiye”, “Çawa Bijîn 1- 2”  û “Evîna Kurd” jî nivîsandine.

Pirtûk û manîfestoyên li Îmraliyê nivîsandî

Ji destpêka komploya navneteweyî û heta dîlgirtina Rêber Ocalan, ew guftûgo û bangên Rêber Ocalan di vê pêvajoyê de kirine, di pirtûka bi navê “Hêviya Aştiyê” de hatin belav kirin.

Pirtûkên Rêber Ocalan ên di çarçoveya Parêznameyê de jî ev in;

Parêznameya PKK’ê ji bo doza Rihayî: Pêşkêşî Dadgeha Rihayê hate kirin, lê di dadgehkirina Îmraliyê de nehate tomarkirin.

Ji bo Bersiva Pêwîst ji Dadgehkirina Îmralî û Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê, Ji dewleta rahib a Sumer ber bi Şaristaniya Demokratîk ve 1-2.

Riha: Sembola Pîrozî û Nefretê, sala 2001’an hate belavkirin.

Mirovê Azad Nasnameya Rojhilata Navîn e: sala 2003’yan pêşkêş kir.

Parastina Gelekî: Di sala 2004’an de pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê kir û hate belavkirin.

Sala 2011’an Nexşeya Rê belav kir.

Manîfestoyên civaka demokratîk

Rêber Ocalan Manîfestoya Civaka Demokratîk a ji 5 bergan, pêşkêşî Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpayê (DDME) kir.

Manîfestoya Civaka Demokratîk – Pirtûka 1 : Șaristanî (hezîran 2009)

Manîfestoya Civaka Demokratîk – Pirtûka 2 : Șaristaniya Kapîtalîst (hezîran 2009)

Manîfestoya Civaka Demokratîk – Pirtûka 3 : Sosyolojiya Azadiyê (tîrmeh 2009)

Manîfestoya Civaka Demokratîk – Pirtûka 4: Li Rojhilata Navîn Krîza Şaristaniyê û Çareseriya Şaristaniya Demokratîk

Manîfestoya Civaka Demokratîk – Pirtûka 5: Doza Kurd û Riya Çareseriya Demokratîk.

Herwiha hevdîtinên li Îmraliyê jî bi navê “Rizgariya Demorkatîk û Avakirina Jiyana Azad” hatin komkirin û weşandin.

Tezên wî bûn çavkanî

Pirtûk û tezên Rêber Ocalan, ji sînorên Kurdistanê û herêmê bihurîn. Ew gihîştine gelek welatên cîhanê. Heta niha herî kêm li 20 zimanên cuda yên weke Ingilîzî, Elmanî, Rûsî, Îtalî, Fransî, Spanî, Portugalî, Flamanî, Danîmarkî, Hindî, Swêdî, Yewnanî, Baskî, Koreyî, Fransî û Erebî hatine wergerandin.

Li gorî daneyê Însyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re, li zanîngeh û navendên akademîk ên cîhanê herwiha li bernameyên xwendinê, pirtûkên Rêber Ocalan weke çavkanî tên bikaranîn. Ji bilî van, bi hezaran semîner û lêkolîn tezên Rêber Ocalan dibînin.

Oxford û Cambridge jî jê sûdê digirin

Herî zêde bi zimanê Ingilîzî derbarê Rêber Ocalan de lêkolîn û semîner hatine kirin. Li zanîngehên herî diyar ên Brîtanya yên weke Zanîngeha Oxfordê û Zanîngeha Cambridge jî sûd ji pirtûkên Rêber Ocalan tê girtin.

Li welatên ku pirtûkên Rêber Ocalan nehatine vegerandin, Înîsiyatîfa Navneteweyî ya Azadî ji Ocalan re, semîneran derbarê tezên Rêber Ocalan organîze dike. Weke welatên Emerîka Latîn, Başûrê Efrîka, welatên Îskandînavyayê û li Çînê.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.