- "Ocalan emanetê Qazî Mihemed e. Ew ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyiviye. Di lêkolînên xwe de rastî lîderekî mîna Ocalan nehatime."
Dr. Farshad Pisoureha ku nûçeyên derbarê komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ên di rojnameyên Îranê de di arşîva xwe de digire, ji bo Ocalan dibêje, "Ocalan emanetê Qazî Mihemed e. Ew ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re peyiviye. Di lêkolînên xwe de rastî lîderekî mîna Ocalan nehatime."
Wexta ku Ocalan li welatên biçiyê, digeriya li Îranê cînayetek pêk hat. Rastiya wê piştî bi salan derket holê. Di 21’ê Mijdara 1998’an de Serokê Partiya Neteweyî ya Îranê û Wezîrê Karên Hundir ê Îranê Dariush Forouhar û hevjîna wî Parvaneh Eskenderi, li mala xwe ya li Tehranê hatin kêrkirin û kuştin. Piştî bi salan di çapameniya navneteweyî de cih girt ku ev cinayet bi hevkariya Îran û îstixbarata Tirkiyeyê pêk hatiye.
Doza qebûlkirina Ocalan li Romayê dikir
Heke Forouhar nehatana kuştin, wê li pêş Seferatxaneya Romayê ya li Tehranê, ji bo daxwaza Ocalan a xwe sipartinê bê pêşwazîkirin, wê mitîng li dar bixista. Beriya mirina xwe bi demeke kurt, Forouhar serî li Wezareta Karên Hundir a Îranê dabû û ji bo Îtalya mafê xwe spartinê bide Ocalan bang kiribû. Dîsa dema ku Ocalan li Romayê bû Forouhar, 2 saetan bi Ocalan re bi telefonê axivîbû.
Meseleya têkoşîna Kurdên Rojhilat
Siyasetzan Dr. Farshad Pisoureha hejmarên rojnameyên di 15'ê Sibata 1999'an de li Rojhilatê û Îranê hatine weşandin, li cem xwe digire. ew dibêje, Kurdên Rojhilat dereng bi felsefeya Ocalan hesiyane. Pisoureha dide zanîn ku 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd rojeke reş e û dibêje, "Dîlgirtina rêberekî gel ji bo gelê Kurd rewşeke xemgîn e. Ocalan, ne tenê li Kurdên Bakur, wî bi fikrên xwe bandor li Kurdên Rojhilat jî kiriye. Dema ku komploya navneteweyî pêk hat, li dera ku Kurd lê hebûn, çalakî hatin kirin. Wê demê li gelek bajarên Rojhilat çalakî û serhildan hatin kirin. Îranê mudaxeleyî çalakiyan kir. Lê belê cara yekem bû ku Kurd ewqas bi hêz li Tehranê çûn ber derê seferetxaneyan û çalakî kirin.
Li Îranê, ji Qazî heta roja me, gelek tevgerên Kurdan çêbûn, lê nêzîkbûn û rêbazeke siyasî ya gelek cuda ya Ocalan hebû. Her çiqas ew dem li vir ne bibandor bin jî Kurdên li vir bi hişmendiya xwe gelek nirx dan fikrên Ocalan. Kurdên Rojhilat li vê tevgerê xwedî derketine û nirx danê.
Jixwe pergala ku îro li Rojava derketiye holê jî vê fikrê bi awayekî erênî qebûl kir. Piştî demekê Kurdan; fikrên Ocalan ên derbarê ol, çepgirî û dewletê de nîqaş kirin û fêm kirin ka Ocalan çi dixwaze. Em Kurdên Rojhilat gava ku me xwe bi pêş xist û xwend ji felseya Ocalan baş fêm kir.
Ocalan bi salan di bin tecrîdê de tê girtin. Neheqiya ku li dinyayê li tu girtiyî nayê kirin li Ocalan tê kirin. Ev bêhiqûqiyeke mezin e. Lê çi dibe bila bibe bi milyonan kes nirx didin Ocalan. Divê dewlet zanibin, heke Ocalan nebe wê li Tirkiye û Rojhilata Navîn aştî nebe.
Wê rojê li Îranê çi bû, çi qediya, kê çi nivîsand, tevan vedişêrim û dixwazim rojekê li dîrokê qeyd bikim. Ocalan emanetê Qazî û lîderê Kurd e. Divê herkes li wî xwedî derkeve."
WAN