Ocalan dîlgirtiyê şer e

În 19 Nîsan 2024 - 18:00

  • Pisporê ceza û hiqûqa navneteweyî Parêzer Jan Fermon, diyar kir ku tecrîda li îmraliyê ne hiqûqî ye û got, "Ocalan dîlgirtiyê şer e. Komîteya Navneteweyî ya Xaça Sor dikare destwerdanê li rewşa Ocalan bike."

Parêzer Jan Fermon endamê Baroya Brûkselê û pisporê hiqûqa cezayê, hiqûqa mirovî û hiqûqa navneteweyî têkilî tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan destnîşan kir cezayekî giran e, biryar ji alî ti dadgehan ve nehatiye dayin û got,’’Ev rewş vê tecrîdê dike awayê cezakirinê û neqanûnî ye. Di hin rewşan de tecrîd weke qonaxeke lêpirsînê ji bo astengkirina hin kesên din yan jî ji bo ewlehiya kesê girtî dikare bê sepandin.’’

Tecrîd îllegal e
Fermon bi domdarî got, “Lê belê ev yek ji bo rewşa Abdullah Ocalan nederbasdar e. Li Îmraliyê ji cezayê dadgehê wêdetir cezayekî neqanûnî ku bi awayekî eşkere tê kirin, heye. Li gorî hiqûqa navneteweyî ev rewş bi temamî derqanûnî û îllegal e.” Parêzer Jan Fermon helwesta CPT’ê ya li hemberî tecrîda Îmraliyê jî bi bîr xist û got: “CPT bi çarçoveya hin qanûnên navxweyî de dixebite. Ji ber vê yekê CPT qanûnên xwe disepîne. Lê belê ji bo ragihandina rewşa Abdullah Ocalan lêgerîna rê û rêbazan û derfetan erka me hemûyan e.”

Dîlgirtiyê şer e
Parêzer Jan Fermon, anî ziman divê li her hawîrodê balê bibin ser şert û mercên tecrîdê yên li ser Rêber Abdullah Ocalan û wiha got, “Her wiha divê em li ser îhtîmala destwerdana Xaça Sor a Navneteweyî ya di rewşa Birêz Ocalan de lêkolîn bikin. Ev hemû divê werin lêkolînkirin. Rewşa Birêz Abdullah Ocalan gelekî taybet e. Ocalan bi xwe weke parçeyek ji şerê çekdarî yê navxweyî yê li Tirkiyeyê hate mehkûmkirin û divê ev yek bi rengekî asayî xwedî encamên statuya girtîbûnê be. Dîlgirtiyek şer, ne weke girtiyek din a ji rêzê ye.”

Îhtîmala destwerdana Xaça Sor
Parêzer Jan Fermon got: “Ez difikirim ku teqez li ser îhîtîmala destwerdana Xaça Sor a Navneteweyî ya ji bo dozê bê lêkolînkirin” û wiha pê de çû,’’Bi min ku daxwaza Tevgera Kurd a ji bo statuya dîlgirtiyê şer a ji bo Birêz Ocalan dikare gelek bi bandor be. Ev yek wê nîqaşê ji paradigmaya terorê dûr bixe û vegere rastiya şerê çekdarî. Şerekî çekdarî heye û kesên ku di çarçoveya vê şerê çekdarî de ji aliyê rayedarên Tirk ve hatine mehkûmkirin hene. Dema ku ev girtî weke dîlgirtiyên şer bên qebûlkirin, wê rayedarên Tirk neçar bin ku li gorî vê statuyê tevbigerin."

Heke Incîrlik were girtin..
Parêzer Jan Fermon behsa bêdengiya li pêşberî bêhiqûqiya li Îmraliyê jî kir û wiha domand, "Gelekî zelal e ku Tirkiye ji aliyê endamên bi bandor ên civaka navneteweyî ve tê destekkirin. Bi dîtina min, eger baregeha Încîrlîkê ji NATO'yê re were girtin, ev rewş dikare biguhere. Ji ber vê yekê, rastiyeke siyasî heye ku Tirkiye weke endamekî NATO'yê di pozîsyoneke girîng a jeostratejîk de dikare gelek tiştan bigire ber çavan; ji ber ku welatên NATO naxwazin li dijî Tirkiyeyê nereazîbûn nîşan bidin. Ez bêdengiya Rojava bi vî rengî şîrove dikim." ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.