Ocalan aktorê herî girîng e

Çarşem 16 Cotmeh 2024 - 01:55

Zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal anî zimên desthilata AKP-MHP’ê ji bo desthilata xwe bidomîne pirsa Kurd çareser nake, diyar kir ji bo ku pirsa Kurd didome her dem hewceyî bi pêvajoyên çareseriyê heye û got, divê ramanên Rêber Ocalan bêne parvekirin.

Yek ji endama avaker ên AKP’ê, parastvana mafên mirovan û zanyara siyasetê Fatma Bostan Unsal destnîşan kir pirsa Kurd ji damezirîna komara Tirk û wir ve xwe dispêrê ser hişmendiya netew-dewletê ya ku etnik, bawerî û zimanên din tine dihesibîne û anî zimên bingehekî ku gel bi hev re bijîn heye.

Unsal wiha  domand:’’Ev yek, hem di kevneşopiya me de heye hem jî di serdema nû de mînakên erênî hene. Bi milyonan kes bi zimanên cuda diaxivin, bêguman wê biaxivin. Bijareyên avaker dibe ku weke gefekê bibînin lê di nava civakê de zimanên cuda weke dewlemendiyek tê dîtin. Lewma jî pirsgirêkeke siyasî ye. Nêzikatiyên cihêkar ên di siyasetê de rê li ber aştiya civakî digirin.”  

Bi domdarî Unsal destnîşan kir ku pirsgirêka Kurd li ser medyaya navendî û di nîqaşan de li ser bingeheke rast nayê nîqaşkirin û got,’’Ji ber ku me pirsgirêka Kurd çareser nekir, civaka me her ku diçe bêhtir paş dikeve.” 

Divê fikrên Ocalan werin parvekirin

Unsal ‘’pêvajoya çareseriyê’’ ya 2013-2015’an bi bîr xist, anî zimên pêvajo neçûye sêrî û got,’’Ji ber ku pirsgirêk didome û divê pêvajoyên nû yên aştiyê hebin. Heke pêvajoyeke nû dest pê bike, divê muxatab di pêvajoyê de cih bigirin. Em dizanin ku aktorê herî girîng ê ku bikare bangî gelê Kurd bike, Abdullah Ocalan e. Divê Tirkiye fikrên wî parve bike û dîsa dest bi pêvajoya aştiyê bike. Heta ku pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin wê li Tirkiyeyê xweşguzarî û hiqûq tune be.”

Divê civak qedera xwe bigire dest 

Unsal bi domdarî amaje bi AKP-MHP’ê kir, diyar kir desthilata ku pirsgirêkên civakê çareser nake, ji bo domandina hebûna xwe hewl dide di navbera gelan de bêbaweriyeke çêbike û got,’’Heke kom hev weke gef bibînin vaye wê demê pêdivî bi wesayetê heye; ew jî yan hêzeke biyanî yan jî hêza leşkerî ye. Siyaseta afirandina nefretê ya di navbera gelan de, helwesteke erzan e. Divê êdî civak qedera xwe bigire destê xwe. ‘’

Mînaka Medîneyê

Îro li gelek deveran civakên pirzimanî û pirnetew bi hev re dijîn. Anku dikarin bi hev re baş bijîn. Ev ne tenê berhemên serdema nû û şaristaniya rojava ne. Di nava camîaya misilmanan de jî Peymana Medîneyê heye. Dema pêxemberê me (Hz. Muhammed) diçe Medîneyê, li wir civakeke pirçandî û pirolî heye. Cihû, muşrîk, misilman tevek tên ba hev û di navbera hev de peymaneke ku bikarin bi hev re bijîn çêdikin. Ew pergal wisa hatiye avakirin. Ji bo bijîn hewce nîne kesek ziman û ola xwe biguherîne." 

 MA/YEŞÎM TULEK/STENBOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.