• NY cara ewil e ku dewleta Tirk yek ser ji ber sûcên di dema şer de yên li Efrîna dagirkirî berpirsiyar dibîne.

Li gorî pêşnûma raporeke Neteweyên Yekbûyî (NY), delîl û şahid îsbat dikin ku rayedarên eskerî û sivîl ên Tirk li kampên êşkenceyê yên li Efrînê di dema êşkenceyê de amade bûne, û heta bi xwe jî êşkence kirine. Raporên beriya niha ên li ser binpêkirina mafên mirovan, sûcên dema şer ên li Efrînê yên NY´yê dewleta Tirk weke hêzeke dagirker ji sûcên çeteyan berpirsiyar digirtin. Heger ev pêşnûma qebûl bibe, ev ê bibe cara ewil ku dewleta Tirk wê bi sûcên dema şer û binpêkirina mafê mirovan li Efrînê bê tohmetbarkirin.

Di pêşnûma raporê de şahid behsa asta hovîtiya dagirkeriya li Efrînê dikin. Komîsyona Lêkolînê ya NY´yê ya ji bo Sûrî pêşnûma rapora xwe weşand û pê dibêje, zilmeke mezin a dagirkeran li ser Efrîniyan heye. Li gorî raporê êşkence, destavêtin li navendên êşkenceyê bi hazirbûna rayedarên Tirk bi rê ve çûye.

Rapor belge û şahidiyên ji bo qirkirina etnîk, talana komî, qaçaxçîtiya mirovan, êrişên cinsî li dijî jinên girtî, revandin û zewaca bi darê zorê nîşan dide.  
Rapor dibêje, revandin û wendekarina mirovan li Efrînê belav e ji bo fîdyeyê revandin jî êdî bi awayekî sîstematîk bi rê ve diçe.

Li gorî raporê êriş li dijî Kurdan in û nexasim jî li dijî Êzdiyan in. 

Nexasim li dijî Êzîdiyan

Di raporê de pisporiya endama Navenda "Wilson Center" Amy Austin Holmes jî cihê xwe digire. Ew dibêje, “Kesên (revandî) sax bifilitin jî, ev rêyek e ku pê guhertina demografiyê dibin serî, armanc ew e ku çend Êzîdiyên li Efrînê mayî jî ji Efrînê derkevin."

Di raporê de jineke Êzîdî dibêje, bi qebloyan lê xistine, gef lê xwarine ku dê wê bikujin û wiha behsa zilmê dike: "Wan got, Êzîdî kafir in. Em ê we ji erdên we bikin der. Hûn ê li vir bimirin."

Rapor eşkere dibêje, eskerên Tirk pirrî caran li navendên êşkenceyê bûne û kesên ji dagirkerî û zilmê sax filitî ne bi îfadeyên xwe vê piştrast dikin.

NEW YORK