NY: Tirkiye sûcên şer dike

Pêncşem 15 Îlon 2022 - 22:24

  • Di rapora Neteweyîn yekbûyî ya elaqedarî Sûrî de êrişên dewleta Tirk û dagirkeriya wê weke sûcên şer û binpêkirina hiqûqa insanî ya navneteweyî hatin nirxandin. Li gorî raporê, Dagirkeran li Efrîn, serêkaniyê û Girê Spî sûcên şer kirine û êrişên wan ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûrî jî sûcên şer in. 

Serokê Komîsyona Lêpirsîna Sûriyeyê ya Navneteweyî ya Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku êrişên ku Tirkiye li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û li herêmên dagirkirî dike, di çarçoveya sûcên şer de ne.

Komîsyonê, rapora Sûriyeyê ya ku xwe dispêre lêpirsînên li herêmê û dema ji 1’ê Çile ta 30’yê Hezîrana 2022’yan dihewîne, eşkere kir. Bi beşdariya Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro, endamên komîsyonê Hann Magally û Lznn Welcham civîneke çapemeniyê hate lidarixistin û rapor hate eşkerekirin.

Şerekî din ji Sûrî re zêde ye

Serokê Komîsyona Lêpirsînê Paulo Pinheiro derbarê raporê de got, “Sûriye nikare şerekî berfirehtir hilgire, lê dibe ku welat ber bi vê rewşê ve diçe.”

Serokê Komîsyonê Pinheiro diyar kir ku li Sûriyeyê binpêkirinên mafên mirovan û alozî zêdetir bûye û bal bire ser gef û êrişên ku Tirkiye li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Pinheîiro derbarê vegera kesên ji Sûriyeyê jî got, “Ji bo vegerê divê hilbijartinek were kirin, divê veger ewle, bi rûmet û ji dil be.”

Di raporê de hate diyarkirin li ser axa Sûriyeyê hemû aktorên çekdar çalak in û hate diyarkirin ku li ser sivîlan û warên sivîlan êriş didomin, azadiya îfadekirinê tê astengkirin, mal û milk tên desteserkirin. Di raporê de hate diyarkirin ku ev tişt di çarçoveya sûcên şer de ne.

Sûcên şer li Efrînê dewam dikin

Di raporê de qala binpêkirinên mafên mirovan ên hêzên hikûmeta Sûriyeyê û ya çeteyên li Idlibê hate kirin û di heman demê de bi awayekî berfireh qala êrişên li dijî Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê hate kirin. Ev herêm di bin dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên dagirkeriya wê de ne. Di raporê de hate diyarkirin ku çeteyên dagirker ên bi navê ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ û hêzên girêdayî wê li Efrînê sûcên şer piştî sala 2021’ê zêdetir kirine: “Sivîlên ku tê îddîakirin têkiliya wan bi hêzên Kurd û Rêveberiya Xweser re heye, bi awayekî kêfî tên destgîrkirin, êşkence li wan tê kirin û hinek jê piştî ku tên destgîrkirin, tên windakirin. Aqûbeta hinek kesan jî nayê zanîn. Jinên ku tên destgîrkirin û girtin jî êrişên cinsî li dijî wan tên kirin.”

Dewleta Tirk hiqûqa insên jî binpê dike

Di raporê de hate diyarkirin ku li qadên di bin kontrola Tirkiyeyê de heke binpêkirinên mafan werin kirin, berpirsê vê Tirkiye ye û hate gotin, “Artêşa Tirk û tûgayên ‘Artêşa Millî ya Sûriyeyê’ ji bo armancên xwe yên leşkerî, milkên sivîlan bi kar tînin. Wekî mînak ji sala 2020’an ve tê astengkirin ku xelkê Kurd ê gundê Dawidiyê yê herêma Serêkaniyê vegere warê xwe, mala gelek kesan ji wan hate hilweşandin. Li gorî dîmenên ji peykê, baregehên artêşa Tirk û tesîsên wê hê jî hene. Artêşa Tirk milkiyeta taybet desteser dike û mafê tezmînatê yê gundiyan tine dihesibîne, ev jî tê wateya ku binpêkirina hiqûqa mirovî ya navneteweyî.”

Sivîl li Kobanê kirin hedef

Di raporê de qala êrişên ku Tirkiye û çeteyên wê dibin ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî hate kirin. Di raporê de qala êrişa di 8’ê Çileyê 2022’yan de ya li Kobanê hate kirin û hate gotin, “Ev êriş bi hawanên 120 mm yên ji Tirkiyeyê hate kirin. Di vê êrişê de sivîlekî jiyana xwe ji dest da û tevî zarok û jinan 12 kes jî birîndar bûn. Ji bo ku mirov bibêje, ev êriş di çarçoveya sûcê şer de ye, sedemên maqûl hene. Ji ber ku di vê êrişê de kesên sivîl hatine kuştin û birîndarkirin.”

Di raporê de qala êrişên ku Tirkiye bi dronên çekdar dike jî hate kirin û hate gotin, di van êrişan de kesên sivîl dibin hedef.

Di raporê de qala bûyerên li kampên Holê û ya Rojê û êrîişên DAIŞ’ê jî hate kirin. Di raporê de bang li dewletan hate kirin da ku welatiyên xwe yên li kampan wergirin û bang li QSD’ê hate kirin da ku ji bo pêşîgirtina li mirinên li kampan û ji bo lêpirsînan, zêdetir gavan biavêje.

Ev rapor wê di 22’yê Îlonê de li Ofîsa Cenevreyê ya Neteweyên Yekbûyî de wê pêşkêşî Rûniştinên Mafên Mirovan ên 51’emîn were kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.