Mîsyona Alîkariya Iraqê ya Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) li ser êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengal û Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) daxuyaniyek da. Ev yekem car e ku saziya alîkariya Iraqê ya NY´ê beramberî êrişên dewleta Tirk dengê xwe dike. Wê got, divê timî rêz li serwerî û xaka Iraqê were girtin û xelkê wê were parastin. Lê êrişkar bi nav nekir. Ji ber wê jî, bêyî ku sûcdar bi nav bike kes nizane ka dengê xwe li kê kir.
UNAMI´yê li ser malpera xwe ya fermî elaqedarî êrişên dewleta Tirk ên ên li dijî Mexmûr û Şengalê daxuyanî da.
Wê got, “Piştî êrişa hewayî ya li dijî Nînewa ku bû sedema qurbaniyên sivîl, em vê yekê dubare dikin ku pêwîst e timî rêz li serweriya xaka Iraqê were girtin, xelkê herêmê were parastin û pirsgirêk bi rêya guftûgo û alîkariyê werin çareserkirin.”
UNAMI qala aliyê êriş pêk aniye nake, yanî navê dewleta Tirk hilnade, di heman demê de qet qala Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) jî nake ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye.
BEXDA