- Pleaschaert bi serokê Tevgera Sedr, Meqteda el-Sedr re, li Necefê hevdîtinek kir.
Nûnera Taybet a Sekreteriya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê, Jennin Henin Pleaschaert, li ser hevdîtina xwe ya li gel Serokê Tevgera Sedr, Muqteda el-Sedr got, wan hevdîtineke baş kiriye.
Pleaschaert bi serokê Tevgera Sedr, Meqteda el-Sedr re, li Necefê hevdîtinek kir.
Jennin Henin Pleaschaert piştî hevdîtinê got, li ser giringiya dîtina çareseriyeke ji bo krîza siyasî ya niha li Iraqê heyî wan guftugo kiriye. Wê got, Sedr wê piştre peyamekê bide.
Ev hefteyeke alîgirên Tevgera Sedr di avahiya Parlamentoyê Iraqê de ne. Sedr di peyama xwe ya herî dawî de xwestibû Parlamen were betalkirin û jin nû ve hilbijartin bên kirin.
NECEF