NY bi israr çareser nake

Pêncşem 20 Gulan 2021 - 02:43

Endamên Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) li bendê ne ku bi Nûnerê taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo Sûriyê, Geir Pedersen re bipeyivin.

Nûnerê MSD´ê li DYE´yê Bassem Saker got, heta niha ew bi Geir Pedersen re neciviyane. Ew dibêje, lidervehiştina wan a ji pêvajoya aştî û çareseriya siyasî, ne li xêra ti aliyan e. Bi ya wî, di nava 2 salên wezîfeya Geir Pedersen de bipêşketina yek gavê jî pêk nehatiye û ev jî îsbat dike, bêyî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî çareserî nabe. Ew nebûna MSD´ê di Komîteya Destûrê de jî weke neadil bi nav dike û wiha dewam dike: "Bêyî me li Sûrî ti çareserî wê çênebe, ji ber ku em yek ji mixalefetê ne û em ew kes in ku DAIŞ şikandin."

Saker ji Sputnikê re li ser helwêsta hikûmeta Şamê jî gotiye, "Ew naxwazin bi me re mizakere bikin, naxwazin bipeyivin li ser siberoja Sûriyê. Ew dixwazin rewş vegere beriya 2011´an, ew ti guhertinê naxwazin."

Lê bi ya wî divê hevdîtinên bi Şamê re hebin: "Bi ya min, divê hevdîtin hebin. Ya normal ev e. Em hîna, halê hazir ne beşek ji çareseriya siyasî ne. Em amade ne bi her kesî re bipeyivin. Bi Şamê re, bi Tirkiyeyê re, em dikarin bipeyivin bi her kesî re ku di nava mizakereyên ji bo çareseriyeke siberojê ya li Sûrî de ne."

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.