Nûnerên Rêveberiya Xweser li Katalonyayê bûn

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 25 Cotmeh 2022 - 01:18

Şandeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çû serdana Katalonyayê. Di hevdîtinan de rewşa siyasî, aborî, mirovî û ewlehiyê yên li herêmê, gef û êrişên dewleta Tirk, guherandina demografyayê hatin nirxandin.

Nûnerên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hefteyek berê li Ewropayê gelek hevdîtinên diplomatîk û siyasî yên girîng li herêma Katalonya ya Spanyayê pêk anîn ku bi biryarên girîng bi encam bûn. Di şandeya Rêveberiya Xweser de Nûnerê Rêveberiya Xweser ên Ewrûpayê Ebdulkerîm Omer, Hevserokê Desteya Rêveber a Rêveberiyên Herêmî û Jîngehê Cîhad Omer û Nûnerê Rêveberiya Xweser ên Dewletên Skandinavyayê Şiyar Elî hebûn. Hevdîtin, di yekemîn salvegera naskirina Rêveberiya Xweser ji hêla Katalonyayê ve hat kirin.

Şandeya Rêveberiya Xweser bi Têkiliyên Derve yê Hikûmata Katalonya Miquel Royo, Desteya Serokatiya Parlamantoya Katalonyayê, Cîgirê Serokê Parlamentoya Katalonyayê Alba Verges, Ruben Wagensberg, Carls Riera û Aurora Maduela re civiya.

 

Bi Rêvebiriya Xweser re têkiliyan pêş bixin

Nûnerê Rêveberiya Xweser ên Ewrûpayê Ebdulkerîm Omer têkildarî hevdîtinê axivî. Omer, da zanîn ku piştî hevdîtinê, Parlamentoya Katalonyayê careke din ji hikûmet û hemû saziyên Katalonyayê xwest ku têkiliyên xwe yên bi Rêveberiya Xweser re pêş bixin û got: “Di hevdîtinê de rewşa siyasî, aborî, mirovî û ewlehiyê yên li herêma me, gef û êrişên dewleta tirk, guherandina demografyayê hatin nirxandin. Rayedarên Katalonyayê gotin ku ji bo pêşxistina têkiliyan amade ne. Her wiha gotin ku dê serdanên dualî bikin û ji bo gavên pratîkî jî dê biryarên xwe ji parlamentoyê re bişînin. Keyfxweşiya xwe ya bo projeya Rêveberiya Xweser anîn ziman ku tê de hemû pêkhate wekhev dijîn û rola jinê tê de pêşeng e.”

Di heman demê de şandeyê di çarçoveya xebatên dîplomatîk de bi Midûrê Giştî ya Enstîtûya Aştiya Navneteweyî ya Katalonyayê Kristian Jepsson û Rêvebera Ajansa Hevkariyê ya Hikûmeta Katalonyayê Yoya Allcoceba re civiya. Her wiha şandeya Rêveberiya Xweser çû serdana saziya Fon Katalon, şaredariyên Terragona û Bergayê û saziyên siyasî û civakî.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.