Modela Rojava rê nîşan dide

Sêşem 22 Nîsan 2025 - 03:10

Adrià Guevara gefên li ser Rojava û girîngiya sîstema Rojava da zanîn divê hevsengiyên li Sûriyeyê diguherin zirarê nede modela rojave û got modela Rojava rê nîşan dide. 

Ji Çep a Komarger a Katalonyayê Sekreterê Têkiliyên Navneteweyî ya Partiya (Esquerra Republicana de Catalunya /ERC) Adrià Guevara gefên li ser Rojava û girîngiya sîstema Rojava nirxand.

Adria Guevara destnîşan kir ku hebûna dagirkeriyê ya dewleta Tirk a li nava xaka Sûriyeyê li ser paşeroja Rojava hîn jî gefek e û got, "Divê civaka navneteweyî hovîtiya dewleta Tirk a li Rojava bibîne û piştgiriyê bide gelê Kurd."

Adria Guevara diyar kir ku ji bo parastina Rojava divê welatên Ewropayê êdî bi berpirsyarî rabin û got, "Di êrîşên li ser Rojava de gelek welat bêdeng dimînin. Li Katalonyayê bi salan e em piştgiriyê didin doza Kurdan. Li Parlamenta Katalan ji bo piştgiriya bi gelê Kurd û gelê Rojava re me gelek belavok qebûl kirin. Lê belê eşkere ye ku gelek welatên Ewropayê ev nekirine. Bi dîtina min sedema vê jî bandora mezin a Tirkiyeyê ye. Di navbera Yekîtiya Ewropayê û hikumeta Tirk de li ser koçberan û gelek mijarên din peyman hene. Dibe ku ji ber vê yekê hin welatên mezin ên Ewropayê piştgiriya xwe ya bi gelê Rojava re bi rengekî eşkere nîşan nadin, lê belê ev helwest divê êdî bê guhertin. Modela Rojava rê nîşan dide. Hevsengiyên ku têne guhertin divê zerarê nedin Rojava."

Berdevkê Têkiliyên Navneteweyî yên ERC'ê Adria Guevara herî dawî bi bîr xist ku êşên gelên Katalan û Kurd ji aliyê dîrokî ve weke hev in, têkoşîna wan jî dişibe hev.

ANF/SERKAN DEMÎREL/CENEVRE

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.