Aqûbeta 3 endamên PYD û Nûnertiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ya Başûrê Kurdistanê hîna jî ne diyar e. Beriya bi 35 rojan, PDK´ê her sê li balefirgeha navneteweyî ya Hewlêrê revandin.

Nûnerê Peywendiyan ê PYD’ê yê Hewlêrê Mistefa Osman Xelîl, Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Hewlêrê Cîhad Hesen û Endamê PYD´ê yê li Hewlêrê Mistefa Ezîz Mistê, 10’ê Hezîrana 2021’an saet di 03.00’an de diçûn balefirgehê da ku mêvanên xwe pêşwazî bikin. Hêzên PDK`ê hingê ew revandin.

Tevî ku di ser revandina wan re 35 roj derbas bûn jî, hîna agahiyek ji hersê kesan nayê girtin û têkildarî mijarê PYD û Rêveberiya Xweser jî bi ti awayî nehatine agahdarkirin.
Di heman roja revandinê de rêveberiya PYD’ê bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî PDK´ê dabû û gotibû: “Binçavkirin di demekê de ye ku ji bo diyaloga Kurdî-Kurdî hewldan hene. Ev jî nahêle ku hewldanên diyalogê bigijîn encamê û PDK ji vê yekê berpisyar e. Her wiha ev pêkanîn xizmeta dijminan dike. Heta niha têkildarî binçavkiriyan ti zanyarî nedane me.”

Di 22’yê Hezîranê de jî Nûnertiya Rêveberiya Xweser a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ya Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyekê ji hikûmeta herêmê xwestibû rewşa nûnerê wê û endamên PYD´ê yê revandî, zelal bike.

NAVENDA NÛÇEYAN