Nûnerên hêrsa ciwanên Kurd

Sêşem 3 Îlon 2024 - 02:55

HPG’ê 2 gerîlayên şehîd bi rêzdarî bi bîr anî û got:“Bûn nûnerê hêrsa bêdawî ya ciwanên Kurd a li hemberî dagirkeran.”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê gerîlayên şehîd, ev tişt diyar kirin:“Hevrêyên me Kemal û Devran di êrîşa dijmin a 5’ê Îlona 2021’an de li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûn. Em hevrêyên xwe Kemal û Devran ên ku ji bo azadiya gelê me giyanê xwe feda kirin û nemir bûn, di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe dubare dikin ku em ê têkoşîna wan heta serketinê bimeşînin. Hevrêyên me Kemal û Devran ên ku bi zanebûna azadî bê berdêl nayê bidestxistin hatin çiyayên Kurdistanê, têkoşînek bê westan meşandin û her ku şer kirin gihîştin cewhera xwe. Di heman demê de bûn nûnerê hêrsa bêdawî ya ciwanên Kurd a li hemberî dagirkerên ku dixwestin hebûna gelê me tine bikin. Hevrêyên me Kemal û Devran li hemberî hemû asîmîlasyon, qirkirin û komkujiyên dijmin bûne tolhildana dîrokî ya ciwanên ku evîna azadiyê di dilê wan de ye. Di vî alî de ji hemû ciwanên Kurdistanê yên li Kurdistan û metropolên Tirkiyeyê dijîn re bûn banga têkoşînê. Em di serî de ji malbatên wan ên hêja, ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Soza serketinê ya ku me daye şehîdên xwe careke din nû dikin.

Hevrêyê me Kemal di malbateke bi eslê xwe ji Agiriyê ne li Stenbolê hatiye dinê. Di sala 2011’an de ji Dersimê tevlî nava refên gerîla bû. Bi kesayetiya xwe ya kedkar û fedakar hemû xebatên ku tê de cih girtibû bi serketî bi encam kir. Hevrêyê me yê ku xwedî kesayetek sade, dilpak û durust e, di xeta milîtaniya Apoyî de bi helwesta xwe ya zelal bawerî da hevrêyên xwe. 

Hevrêyê me Devran li navçeya Silopiya ya Şirnexê di malbateke ji eşîra Teyî ya welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2015’an de berê xwe da çiyayên Botanê. Hevrêyê me Devran, bi fedakariya xwe, bi helwesta zelal a li hemberî dijmin, kesayeta durust bû milîtanekî Apoyî yê mînak û bi van taybetmendiyan bawerî da hevrêyên xwe. Ji bo vê jî di xebatên girîng û stratejîk de cih girt.”

Agahiyên nasnameya hevrêyên me yên şehîd wiha ne:

Kemal Piling (Ubeydullah Muhammed Laçîn), li Stenbolê jidayîk bûye, 5’ê Îlona 2021’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

Devran Cûdî (Nîmet Findik), li Şirnexê jidayîk bûye, 5’ê Îlona 2024’an li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.