Nûnerên Baweriyê: Li dora DEM’ê bicivin

Duşem 11 Adar 2024 - 00:42

Nûnerên Pêkhateyên Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê banga piştevaniyê ji bo DEM Partiyê kirin.

Nûnerên Pêkhateyên Platforma Ol û Baweriyan a Mezopotamyayê ji ANF’ê re axivîn.Hevserokê Federasyona Elewiyan a Demokratîk Demîr Çelîk diyar kir ku di hilbijartinên xwecihî de gelê Kurd wê li dijî faşîzma li Kurdistanê helwestê nîşan bidin û got, "Di 31'ê Adarê de li Kurdistanê hilbijartinên xwecihî hene. Daxwaza me ji gelê me ew e ku li dijî faşîzm, îzolasyon, tecrîd û tarîtiyê dest bidin hev. Bibin Xizirê hev ku em rojên tarî ronî bikin."

Li dor partiyê bicivin

Mele Salih Botî jî bi navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê ji bo DEM Partiyê banga piştgiriyê kir û anî ziman ku li Kurdistanê her dengekî ji partiyên sîstemê re bê dayin wê li hemberî gelê Kurd berdêlên xwe yên giran hebe. Mele Salih Botî got, "Di hilbijartinan de yên li Bakurê Kurdistanê bila gelê me dengê xwe bide partiya xwe. Li dora partiya xwe bicivin, xwedî li îradeya xwe derkeve. Xwedî li çand, netewe û şehîdên xwe derkeve. Ji bîr nekin; her dengekî ji partiyên din re biçe wê bibe fîşek, top û şer û li Kurdan vegere. Lewma bila Kurd îradeya xwe destnîşan bike."

Em îradeya xwe nîşan bidin

Bi navê Koordînasyona Civaka Êzidî ya li Ewropayê jî Alî Atalan ji bo DEM Partiyê banga piştgiriyê kir û got, "Banga me li gelê me ye. Li dijî zilm, zordarî, diziya kedê û faşîzmê divê helwesta me zelal be. Em dengê xwe bi kar bînin û îradeya xwe nîşan bidin. Ji bo aştî, azadî û wekheviyê em dengê xwe bi kar bînin. Di nava ruhê seferberiyê de divê em bixebitin. Ji bo DEM Partiyê divê gelê me seferber bibe."

ANF/HAGEN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.