HPG’ê nasnameya gerîlayê ku li Mêrdînê şehîd bû, eşkere kir û got:“Hevrêyê me Welat bû nûnerekî girîng ê yekîtiya neteweyî ya gelê me.” Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi vî rengî ye:“Di daxuyaniya me ya 6’ê Çileya 2024’an de; me agahî parve kir ku di 27’ê Kanûna 2023’yan de li herêma Bagokê ya Mêrdînê di navbera artêşa Tirk a dagirker û hevalên me de şer derketiye û di şer de 3 hevrêyên me şehîd bûne. Di heman daxuyaniyê de me nasnameya hevrêyên xwe yên şehîd Argeş-Ozgûr Ay û Demhat-Îslam Olçay eşkere kiribû û diyar kiribû ku dema nasnameya hevrêyê me yê din ê şehîd eşkere bibe em ê bi gelê me û raya giştî re parve bikin. Eşkere bû ku hevrêyê me yê şehîd Welat-Raman Celal e. Hevrêyê me Welat ê ku bi armanca sereke ya azadiya gelê me tevlî nava refên têkoşînê bû û bi vî rengî xwe fedaî gelê me kir. Têkoşîna azadiyê ya ku li Rojava dabû destpêkirin, li Şengal û Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam kir û paşê li Bagokê ya ku malovaniya bi sedan mîlîtanên leheng dike derket lûtkeyê. Hevrêyê me Welat bû nûnerê girîng ê yekîtiya neteweyî ya gelê me. Em sersaxiyê bi taybetî ji malbata wî ya hêja û hemû gelê me yê welatparêzê Kurdistanê re dixwazin û soza xwe ya dilsoziya bi bîranîna hevrêyê xwe re nû dikin.

Hevrêyê me Welat li bajarê Qamişlo di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Ji ber ku çeteyên DAÎŞ’ê li gelek cihan li dijî gelê me û bi taybet gelê me yê Êzidî yê Şengalê komkujî pêk anîn û dewleta Tirk a qirker piştgirî da van êrîşan, bû sedem ku hevrêyê me Welat bigihêje biryardariya berfirehkirina têkoşîna xwe. Li ser vê bingehê hevrêyê me berê xwe da çiyayên Kurdistanê û tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me Welat bi kesayeta xwe ya rast, dilpak û dilsoziya xwe ya bi nirxên azadiyê re dihat naskirin, hezkirina hemû hevrêyên xwe yên ku bi wan re xebatî û gelê me yê Mêrdînê bi dest bixe.

Hevrê Welat di êrîşa dijmin a 27’ê Kanûna 2023’yan de li herêma Bagokê bi hevrêyên me Argeş-Ozgûr Ay û Demhat-Îslam Olçay re berxwedaneke destanî pêş xist, heta nefesa xwe ya dawî li dijî dijmin şer kir û tevlî karwanê şehîdan bû. Weke hevrêyên wî em soz didin ku em ê bîranîna hevrêyê xwe Welat ê ku bi fedaî li hemberî êrîşên dijmin li ber xwe da, heta dawiyê girêdayî rêgezên milîtaniya Apoyî ma û xeyalên wî Kurdistaneke azad bi cih bînin.”

Agahiyên nasnameya hevrêyê me Welat Alikî wiha ne:

Welat Alikî (Raman Celal), li Qamişlo jidayîk bûye, 27’ê Kanûna 2023’an li Mêrdînê şehîd bû.

BEHDÎNAN