Cezayê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a ku 22 sal û 3 meh cezayê hepsê lêhatibû birrîn, ji aliyê Dadgeha Îstînafê ve hat erêkirin.
Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Colemêrgê Leyla Guven, bi hinceta cezayê wê yê girtîgehê heye, wekîltiya wê hatibû betalkirin. 9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” 14 sal û 3 meh cezayê girtîgehê û bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê” jî, du caran 4 sal bi giştî 22 sal û 3 meh ceza li Guven birrîbû. Dadgeha Edlî ya Herêma Amedê ev ceza erê kirin û nûnera milet ceza kir.
Parêzerên Guven ji ber ku biryara dadgeha herêmî ne di cih dîtin, miracaetî Dadgeha Edlî ya herêmê kiribû. Lê ev miracaeta parêzeran hat redkirin. 2’yemîn Daîraya Ceza ya Dadgeha Edlî ya Herêma Amedê, miracaet ji bo berdana Guven û betalkirina biryara dadgeha herêmî nirxand û miracaet ji binî ve red kir. Dadgehê bi hinceta gumana ku Guven bireve heye, bergiriyên kontrola edlî wê kêm bimînin û ji ber sûcê ku pê tê tawanbarkirin, girtina wê bi pîvan e, berdana Guven red kir.
Parêzerên Guven li dijî biryara girtina Guven a Dadgeha Îstînafê, dikarin miracaetî 3’yemîn Dadgeha Edlî ya Herêma Amedê bikin û rêya îtîrazê jî vekirî hatiye hiştin.
AMED