Dadgeha dewleta Tirk, bi îdiaya “propaganedeya rêxistinê” kiriye, 11 sal û 7 meh cezayê hepsê li hevseroka KCD’ê Leyla Guven birrî.

Rûniştina doza ku bi hinceta “propagandaya rêxistinê” li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li  Dadgeha Cezayên Giran a 9’emîn a li Amedê bi rê ve çû.

Leyla Guven ji bo parastina xwe bike, bi rêya pergala SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû. Piştî parastina Guven, dadgehê bi îdiaya ku di 3 axaftinên cuda de “propaganadaya rêxistinê” kiriye 11 sal û 7 meh cezayê hepsê li Leyla Guvenê birrî.

Dozger di rûniştina berê ya 7’ê Îlonê de derbarê Leyla Guven de bi giştî 43 sal û mehek û 15 roj cezayê hepsê xwestibû. Guven li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê dîlgirtî ye.

AMED