• Dewleta Tirk a qirker û înkarker şeva din dereng bi ser mala Leyla Guven de girt û xist zindanê. Leylayê got: “Çi li derve çi li hundir ez ê li vî welatî siyasetê bikim. Biserdeçûna zaliman wêrektî ye.” Leylayê ji gel re jî got: “Zindan ne xem e, pirr bixebitin da ku em zû vegerin.”

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a ku 22 sal û 6 meh cezayê girtîgehê ji bo wê hat dayin hat girtin. Leyla di dema girtinê de got: “Çi li derve û çi li hundir be ez ê li vî welatî siyasetê bikim. Biserdeçûna zaliman wêrektî ye.”

Dewleta Tirk a dagirker ango qaşo dadgehên wê ji ber hin dozên berê yên der barê Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven de pêr li danişîna Dadgeha Cezayê Giran a 9’an a Amedê 22 sal û 6 meh ceza lê hat birîn. Piştî dadgehê biryara girtinê da, Leyla Guven nîvê şevê hat girtin. Polîs bi şev çûn mala Leylayê ya li navçeya Peyas a Amedê û ew kirin binçavan. Polîsan pêşî Leyla birin nexweşxaneyê ji bo kontrolê û gelek kes li ber nexweşxaneyê kom bûn. 

Ne xem e, pirr bixebitin

Leylayê di dema binçavkirinê de ji çeteyên dewleta Tirk ên bi navê polîs re got, “Ya hûn dikin çavsorî û zorbetî ye. Ez bi derekê de neçûme nereviyame, min bixwesta haya we ji bayê felekê çênedibû. Lê divê hûn zanibin ez bi derekê de naçim. Ez ê li vî welatî siyasetê bikim. Çi li derve û çi li hundir ez ê her siyasetê bikim. Ji ber ku bi ser zaliman de çûyîn wêrektî ye.”

Leylayê tevî çepik û dirûşma “Berxwedan Jiyan e” li wesayeta çeteyan siwar bû. Leyla piştî kontrola tendirustiyê şandin muduriyeta polîsan a dewleta Tirk li Amedê. Leylayê bi şev li avahiya polîsan ma û doh piştî ku li edliyê biryar li rûyê wê hat xwendin ew birin zindana jinan a li Amedê.  
Dema ku polisan Guven ji edliye derxistin û birin zindanê, xîtabî kesên ji bo wê hatibûn ber edliyeyê kir û got: “Ne xem e, pirr bixebitin, em zû vegerin.”

 

Em ê bi siyaseta xwe we têk bibin 

Li gelek navendan girtina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat şermezarkirin û di daxuyaniyan de gotinên Guven ên gotibû “Li hundir jî li derve jî ez ê siyasetê bidomînim” hatin bibîrxistin û ev peyam hat dayîn: “Em ê bi siyaseta xwe we ji nava dîrokê paqij bikin.”   

Rêxistinên HDP’ê û DBP’ê û aktîvîstên TJA'yê li gelek navendan cezabirîn û girtina Guven bi daxuyaniyan şermezar kirin. 
Rêxistina HDP’ê ya Amedê li ber Abîdeya Mafê Mirovan a Parka Koşûyolûyê ya Amedê girtina Guven şermezar kir. Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir, Parlamentera HDP’ê ya Amedê Semra Guzel, Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. 
Cîgirê Hevserokên HDP’a Amedê Îrfan Soner daxuyanî da û got: “Hûn çi dikin bikin, em ê li derve jî û li zîndanê jî siyaseta xwe dewam bikin. Bi siyaseta xwe em ê we têk bibin. Di serî de Leyla Guven û hemû siyasetmedarên me yên girtî, rûmeta me û rûmeta gelên me ne.” 
Berdevka TJA’yê Ayşe Gokkan jî got: “TJA serê xwe li ber dewlet û zilaman natewîne.” 

Ew ê nikaribin çavên me bitirsînin

Li navçeya Silopiya ya Şirnexê jî bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li ber avahiya HDP’a Silopiya daxuyanî hat dayîn.
Rêxistina HDP’ê ya Mêrdînê jî li ber avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê.

Rêxistina HDP’ê ya Wan û navçeya wê Erdîşê jî girtina Guven li ber avahiya HDP’a Erdîşê şermezar kirin. Parlamenterên HDP’ê Dersim Dag û Muazzez Orhan û rêveberên HDP’ê beşdar bûn û daxuyanî hat dayîn û girtina Guven şermezar kirin. 
Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Edeneyê jî li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Çûkûrovayê û Rêxistina HDP’ê ya Hatayê ya Bajêr jî li navçeya Îskenderûnê girtina Guven şermezar kirin. 

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA) bi daxuyaniyeke nivîskî nerazîbûna xwe diyar kir û anî ziman ku ew girtina Leylayê şermezar dikin û got, ew dixwazin çavên me bitirsînin, lê ew ê nikaribin.

Leyla Guven vîna me jinan e 

Rêxistinên jinan li ser girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven helwest nîşan dan û gotin,''Leyla Guven a ku li ber neheqî û nehiqûqiyan radibe vîna me jinan e.'' 

9 rêxistinên jinan bi daxuyaniyekê li ser girtina Hevseroka KCD'ê û parlamentera Colemergê Leyla Guven helwest nîşan dan. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em xweş bi vê dizanin; bi vê biryara ku di şexsê Leyla Guven de hatiye standin di serî de gelê Kurd û jin ku tê xwestin vîna wan teslîm were girtin, pê dixwazin muxalefeta civakî çavtirsandî bikin. Ti hikmê vê biryarê ji bo me nîne.''

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Leyla Guven jiyana xwe di ber têkoşîna jinan û gelê Kurd de daye, di vê rêyê de berdêl daye û hate gotin, ''Leyla Guven ku li ber neheqî û nehiqûqiyan radibe vîna me jinan e.”

Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan, Meclîsên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gel, Komîsyona Jinan a Partiya Herêmên Demokratîk, Meclîsa Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk, Kadınların Kurtuluşu, Platforma Jinên Endamên Sosyalîst, Meclîsên Jinên Sosyalîst, Meclîsa jinan a Partiya Damezirîna Nû ya Sosyalîst û Jinên Çepgir ên Kesk di dawiyê de gotin; ''Em li ber polîtîkayên we yên dijminatiya Kurdan û jinan dikin serê xwe natewînin.''

NAVENDA NÛÇEYAN