- Dewleta Tirk a ji serî heta binî bi çetetî tevdigere êriş bir ser siyaseta Kurd û di çarçoveya qaşo lêpirsîna KCDʼê de biryara xistina nezaretê ya 101 kesî da û li ser vê doh gelek kes birin nezaretxaneyê.
Dewleta Tirk a dagirker ku xwe nikare li siyaseta Kurd û demokratîk ragire careke din êriş kir. Serdozgeriya dewleta Tirk a li Amedê, li dijî Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) lêpirsînek nû (êriş) da destpêkirin. Di çarçoveya êrişa îro destê sibehê de gelek parêzer, nûner û endamên rêxistinên civaka sivîl de hatin binçavkirin. Dewleta Tirk biryara binşavkirina 101 kesî daye û ji niha ve bi dehan kes xistine nezaretxaneyê. Dewleta Tirk li Amed, Şirnex û Semsûrê bi çeteyên xwe yên navê polîs li wan kiriye bi ser gelek malan de girt. Di serdegirtina malan de heta niha 19 jê parêzer bi dehan kes hatine binçavkirin.
Navê hin binçavkiriyan
Binçavkirî birin Miduriyeta Polîsan a Amedê. Navê binçavkiriyên hatine zanîn ev in:
“Hevserokê Giştî yê Komeleya Hiqûqzanên Ji Bo Azadiyê (OHD) parêzer Bunyamîn Şeker, parêzerên din Abdulkadîr Guleç, Eshat Aktaç, Serdar Talay, Îmran Gokdere, Diyar Çetedîr, Serdar Ozer, Ferîde Laçîn, Gevriye Atli, Resûl Tamûr, Cemîle Tûrhalli Balsak, Ahmet Kalpak, Devrîm Bariş Baran, Neşet Gîrasûn, Sedat Aydîn, Şîvan Cemîl Ozen, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Samsûrê Prz. Bulent Temel, Mahsum Bati, rêveberê Federasyona Komeleyên Hiqûq û Piştevaniyê ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Medê (MED TUHAD-FED) Diyar Dîlek Ozer û endama federasyonê Leyla Ayaz, endamê Konseya Navendî ya TTB’ê yê berê Şehmus Gokalp, endamê DÎVES’ê Suleyman Okur, endamê Meclîsa Şaredariya Rezanê Panayir Çelîk, rêveberê HDP’ê yê Amedê yê berê Îlhamî Yurek, endamê SES’ê yê hatibû îxraçkirin Ûmît Çetîner, endamê HABER-SEN’ê Mehmet Kaçar, Plangerê Bajêr Haknaz Sadak û mamosteyê MED-DER’ê Salîh Ongun, rêveberê HDP’a Sûrê yê berê Nîmet Kizgin, nivîskar Mehmet Saît Arzû, Endamê Meclîsa HDP’ê Eşref Mamedoglû, rêveberê HDP’a Yenîşehîrê yê berê Şaban Turan, Hevseroka HDP’a Çinarê yê berê Abdulkadîr Dogan, rêveberê HDP’a Çinarê yê berê Feyzî Demîrkiran, rêvebera HDP’a Peyasê Aygul Alagunduz, endama HDP’ê Surbiye Tekgoz û Mele Haci Kaday, Ayşe Ay, Teyfîk Karahan, Serhat Aktan, Edîp Yîgît.”
Roza Metîna jî girtin
Edîtora servîsa Kurdî ya Jinnewsê û nivîskar Roza Metîna li mala xwe hate binçavkirin. Hate ragihandin ku Roza Metîna jî ji ber lêpirsîna Serdozgeriya dewleta Tirk a li Amedê ya têkildarî KCD’ê hatiye binçavkirin û ew jî birine Midûriyeta Polîsan a Bajêr.
MA/AMED