- KCK û KJK’ê nerazîbûn nîşanî girtina Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê Leyla Guven dan û diyar kirin ku Leyla li ber wan û tecrîda wan rabûye. Ji ber vê jî dixwazin ji ruhê azad ê Leylayê tola xwe hilînin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê têkildarî girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de girtina bi dehan parlamenter, hevşaredar, bi sedan rêveberên HDP'ê û bi hezaran siyasetmedarên demokratîk tê bi bîr xistin û tê gotin; “Dijminatiya li hêzên demokrasiyê û li gelê Kurd, bi girtina bi hezaran siyasetmedaran tê nîşandan. Hejmareke ewqasî zêde ya siyasetmedaran ya di dema darbeya leşkerî ya faşîst yan jî di bin desthilatdariyên faşîst de dibe. Di dîroka Tirkiyeyê de cara yekê ye ku ewqas siyasetmedar tên girtin. Tirkiyeyê li gorî nifûsa xwe di dîroka cîhanê de rekora girtiyên siyasî şikandiye. Ev bi tena serê xwe kareterê qirker û faşîst ê dewleta Tirk nîşan dide.”
Leyla xwedî ruhekî azad e
Di daxuyaniyê de qala gotegotên dewleta Tirk ên li ser reformê tê kirin û tê gotin: “Mebesta wan ji referomê ev girtinên siyasî ne. Mebesta wan ji reformê derxfistina qanûnên nû yên faşîst e. Herhal wê piştre jî ji bo xapandinê çend tiştên biçûk bikin û bi vî rengî hewl bidin ser van zextên faşîst binixumînin. Piştî ku 100 kes girtin wê 5 kesan berdin û bi vî rengî bêjin ku wan reforma edaletê kirine.”
Di daxuyaniyê de polîtîka şantajî ya desthilata AKP'ê tê destnîşankirin û tê gotin: “Leyla Guven ji ber ku xwedî ruhekî azad e û di karên siyasî demokratîk de israr kir, hate girtin. Her kesê ku li ber polîtîkaya AKP'ê ya dijminatiya li demokrasiyê û li Kurdan rabe, dibe hedefa vê desthilatdariyê. Xuya ye Leyla Guven ji ber ku sala 2018'an li dijî tecrîda li Îmraliyê kete greva birçîbûnê ya bêdem-bêdor, yanî ji ber ku tevlî rojiya mirinê bû û ev çalakî jî bi biryardarî meşand, tê cezakirin. Girtina wê ji bo tolhildanê ye. Dema ku ew berdan jî ji bo ku di demeke guncaw de wê bigirin berda bûn. Betalkirina parlamenteriya wê jî ji bo girtina wê bû. Piştî ku demek di ser re bihurî biryara girtina wê dan û îro jî pêk tînin. Leyla Guven ji ber ku dilsoza Rêber Apo ye û ji bo azadiyê dixebitî hate girtin. Lewma girtina wê gefeke li ser tevahiya jin û civaka Kurd e yên bi Rêbertî re dilsoz in.
Divê girtina Leylayê bibe hinceta têkoşînê
KCK îşaret bi rewşa Selahattîn Demîrtaş û Osman Kavala jî dike û diyar dike ku Erdogan bi têgihiştina Bahçelî dimeşe, guh nade qanûnên gerdûnî û navdewletî û ji ber vê jî Leyla Guven û siyasetvanên din dikin zindanê.
KCK dixwaze di serî de jin hêzên demokrasiyê û gelê Kurd xwedî li Leyla derkevin, ji bo bidawîkirina tecrîdê ku hesta herî girîng a têkoşînê ya Leyla ye, divê têkoşînê mezin bikin. Heta ku li dijî tecrîda li Îmraliyê têkoşîn neyê meşandin, pêşî li vê qirkirina siyasî nayê girtin, ev êrişên tolhildanê nayên rawestandin. Divê girtina Leyla Guven bibe hinceta bilindkirina têkoşîna li dijî tecrîdê.
Ji ber têkoşiya hat girtin
Koordînasyona KJK’ê nerazîbûneke tund nîşanî girtina Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê Leyla Guven da û got: “Leyla Guven wekî jineke Kurd ji ber ku ji bo azadiya gelan, jinan û mirovayetiyê têkoşiya, îro hate girtin. Di rastiyê de jî rewşeke wisa tuneye ku ceza lê were birîn. Têkoşîna azadiyê bê berdel nabe. Ev tişt ji bo me gelên bênasname, bêzimanê zikmakî, bêwelat bêtir lê tê. Dîrokeke mêhtingerbûna jinan heye. Li ser jinên Kurd pêkanînên gelekî giran ên mêtingeriyê hatiye kirin û hatiye asta ku her tişt ji destê wan were stendin. Bi avabûna PKK’ê ya bi pêşengiya Rêber Apo re vê dîroka mêtingeriyê berevajî bûye. Ji bo me şîfreya bingehîn a jiyana bi rûmet û dirust berxwedana li ser bingeha îdeolojiya azadiyê ye. Hevseroka KCD’ê rêzdar Leyla Guven di 21’ê Kanûnê de ji aliyê hêzên dewleta Tirk a tirsonek û faşîst, ji ber cezayê wê yê girtîgehê ya 22 salan hate destgîrkirin.
ANF/BEHDÎNAN