‘Nûjiyan’ li Minbicê bû

Nûçeyên Çand/Huner

În 29 Tîrmeh 2022 - 22:06

  • Belgefilma “Nûjiyan” behsa jiyan û têkoşîna rojnamevan Nûjiyan Erhan dike. Film li Minbicê jî hat nîşandan.

Belgefilma “Nûjiyan” behsa jiyan û têkoşîna rojnamevan Nûjiyan Erhan dike. Film li Minbicê jî hat nîşandan.

Parlamentera Partiya Sûriyeya Pêşerojê li Ebû Qelqel û Tel Huzan Eliya El-Tehan daxwaza parastina mafên rojnamevanên ku dixwazin rastiyan ji raya giştî re radigihînin kir û got, "Şehîd Nûjiyan Erhan ji bo rastiyan nîşan bide berxwedana gelê Şengalê gav bi gav şopand. Min bi rêya filmê, şehîd Nûjiyan Erhan û hêza wê nas kir."

Derhênera filmê Jînda Asmen jî got, "Em sê jin, ji bo ku ev film bi ser bikeve, xebitîn. Min derhêneriya wê kir, hevalekê rola şehîd Nûjiyan Arhan kir û yeke din jî dîmenên filmê girtin. Me sala 2019’an dest pê kir û sala 2021’ê qedand û diviyabû heman salê me film pêşkêş bikira, lê avakirina dîwarê di navbera Şengal û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nehişt ku di dema xwe de were nîşandan. Fil cara pêşî li Şengalê hat nîşandan û piştre li bajarê Hesekê cihê şehîdbûna rojnamevan Nûjiyan Erhan. Me dîmenên filmê li Şengalê û çend dîmen jî li Mexmûr û Rojava girtin. Ji bo danasîna berxwedana jinan, em hewl didin filmê di festîvalên navneteweyî de nîşan bidin.”

JÎNHA/MINBIC

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.