Nûdem dengê me ye!

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 19 Nîsan 2022 - 22:00

  • Li Ewrûpayê gelek hunermendan piştgirî da kampanyayê. Bi hezaran kes bûn dengê Nudemê. Lê li Tirkiye û Kurdistanê zêde çalakî pêk nehatin. Em dikarin gelek tiştan bikin.

MARTA SOMEK / JINNEWS/STENBOL

Polîtîkayên asîmîlasyon û qirkirinê yên li dijî gelê Kurd, bi sedsalan e didomin. Astengî û zext roj bi roj zêde dibin. Roja îro bi xwe jî hunermend tên dadgehkirin û cezakirin, tenê ji ber ku bi Kurdî stranan dibêjin. Yek ji van hunermendan Nudem Durak e. Nudem ji 22’ê Nîsana 2015’an ve girtî ye. Bi îdiaya ‘endametiya rêxistinê’ du dozên cuda lê hatin vekirin û bi giştî 19 sal ceza lê hat birrîn. Nudem, ev 5 sal in li girtîgeha Tîpa M ya Bayburtê girtî ye. Nudem di 1’ê Adara 2019’an de kete greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Leyla Guven hatibû destpêkirin û 87 rojan di grevê de ma. Piştî vê, gelek pirsgirêkên sihetê lê peyda bûn û teşxîsa graves (guatra jehrî) lê hat danîn.

Piştevaniya ji bo Nudemê li her derê hat kirin û li Ewrûpayê li ser çapemeniya dijîtal kampanyaya ‘Free Nudem Durak’ (Ji bo Nudem Durak azadî) hat destpêkirin. Gelek hunermend û rewşenbîrên ji welatên cuda bang kirin da ku Nudem azad bibe.

Hunermenda NÇM’ê Baran Bozyel diyar kir ku ti carî li dijî zextên li ser zimanê gelê Kurd wan serî netewandiye. Wê got, dengê Nudem Durak a ji ber stranên bi Kurdî gotiye ev 7 sal in girtiye, dengê Gelê Kurd e û divê her kes ji bo Nudemê zend û bendan vemale.

‘Baweriya me zêde dibe’

Baranê bal bire ser zextên li ser Gelê Kurd û got, “Li ser hunermendan jî zext hene. Ji ber cilûbergên gelêrî em kirin nezaretê. Di Newroza 2022’yan de hevaleke me kirin nezaretê, nehiştin hevaleke me derkeve ser dikê, ji ber cilûberg û rengan. Polêsan repertuwar jî xwend.

Armanca wan demoralîzekirin bû. Kurdî tê qedexekirin û di meclîsan de wek zimanê ‘X’ tê qeydkirin. Konser tên betalkirin. Lê em li cihê xwe nasekinin. Ev moral xera bike jî baweriya me zêde dibe.”
 
Pergal wê bi bin bikeve

Baranê got, pergal wê di karê qirkirina Kurdî û çanda Kurdî de bi bin bikeve û wiha pê de çû, “Modernîteya kapîtalîst xwe qedandiye.

Feraseta netewe dewlet jî nikare xwe bimeşîne. Her tiştî qedexe dikin û rastiya civakê nabînin. Ji civakê re nabin bersiv. Me hunermendan hêviya xwe ji dest nedaye. Hêviya gel jî heye.”
 
‘Ji ber qedexayan ez zêdetir diaxivim’

Baranê bal bire ser qedexekirinên zimanê Kurdî û got, “Dema qedexe dikin, ez zêdetir diaxivim û bi Kurdî dibêjim. Ez li restorantan bi Kurdî tiştan dixwazim. Bi Kurdî xebatkaran silav dikim. Kêfa wan tîne. Ez dixwazim zêdetir muzîka xwe bikim û zêdetir binivîsim.”

‘Tehdîdên wan me natirsînin’ 

Baranê her wiha rewşa hunermend Nudem Durak jî nirxand û got, “Ji ber ku stranên Kurdî gotin, hat girtin. Ev li hemberî hunermendan tehdîd e. Ev ceza, ne tenê li Nudemê birrîne, li me hemûyan birrîne. Em konserên xwe nikarin bikin, em nikarin stranên xwe bibêjin.

Salonan nadin me. Ti demê, ev tecrîd û ev şidet ewqasî bi pêş neketibû. Azadiya me, aborî û çanda me di bin tecrîdê de ye. Lê dîsa jî tehdîtên wan me natirsînin. Berovajî vê, têkoşînê xurt dikin. Mirov bi rastî êdî ji girtîgehan û ji mirinê natirsin.”
 
‘Em dikarin gelek tiştan bikin’ 

Baranê herî dawî got, li Ewrûpayê gelek hunermendan piştgirî da kampanyayê û bi hezaran kes bûn dengê Nudemê, lê li Tirkiye û Kurdistanê zêde çalakî pêk nehatin. Di dawiyê de wê got, “Em dikarin gelek tiştan bikin. Bi riya çapemenî û medyaya dijîtal em dikarin bang bikin. Her wiha divê dîplomasî jî bê meşandin. Divê ev rewş li meclîsê jî were nîqaşkirin û çalakî bi pêş bikevin. Ji ber ku dengê Nûdemê dengê gelê Kurd e. Tenê ji ber ku stranên Kurdî gotin, îro ew girtî ye. Heger em dengên xwe nekin, sibe dibe ku em jî werin girtin.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.