Nûbihara nû derket

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 4 Adar 2023 - 02:08

Kovara Nûbiharê hejmara xwe ya 162’an derxist. Kovar di vê hejmarê de li ser erdhejê sekiniye û wekî din bi hin mijarên din jî daketiye.

Edîtorê kovarê Silêman Çevîk di nivîsa pêşkêşkirinê ya kovarê de seranser cih daye erdheja ku navenda wê Gurgum bû û bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest da û gelek xisarên mezin li avahiyên bajar û bajarokan bûn. Jixwe, kovarê ji ber erdhejê berga xwe jî bi rengekî reş sêwirandiye.

Yek ji nivîskarên kovarê Mûrad Celalî bi sernavê "Li gorî xalên sereke Berawirdkirina Zazakî û Kurmancî" berê xwe daye her du zaravayan. Lêkolîner û nivîskar Kemal Tolan heta niha gelek pirtûk li ser Êzîdiyan nivîsî ne. Li ser vê yekê Nihat Gultekîn li gel wî hevpeyvînek kiriye. Tolan dibêje, "Êzdîtî û kurdîtiya resen mîna goşt û hestiyên bedenekê ne!"

Ji bilî van, nivîs, helbest, çîrok, werger û nivîsên berhevkarî yên van kesên li jêr kovarê de cih girtine: Rojen Barnas, Yûnis Amedî, Azad Rêbiwar, Hafizê Şîrazî (wergera ji farisî: Hayrullah Acar), M. Tanrikulu, Rebîa Fettah Şêx Mihemmed (Ji soranî: Mustafa Gokkan, M. Ebdulhemîd Mendanî, Abdullah Încekan, Dilazad A.R.T, Mehmed Emin Cirik, Huseyn Zana, Lehî Bohtan, Hêmin Omer, Îbrahîm Kurmanc, Kevok Mizgîn, Bedirhan Epozdemir, Sîpanî, M. Zana Karak, Muqades Agirî, Rahmetullah Karakaya, Pablo Neruda (Wergera ji îngilîzî: Talat İnanç), Nûhat Qoser, Asyah Goyî, Sabri Akbel, Ersin Tek, Mihemed Elî Bayram, Fatma Ç. Şahîn, Zana Şaybak, Friedrich Nietzsche (Wergera ji almanî: Abdullah İncekan), Mustafa Acar, Wehab Mistefazade, Felat Dilgeş, Ebru Yilmaz, Edrîs Heyder, Nasir Kemaloglu, Hanifi Taşkin, Davut Elçi, Evdilxaliqê Îsa, Yakup Kiraz (Wergera ji tirkî: İdris Gok.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.