Nûbihar bi ‘Medyaya Civakî’ daketiye

Nûçeyên Çand/Huner

În 1 Adar 2024 - 00:07

Kovara Nûbiharê ku her demsalê carekê derdikeve bi hejmara xwe ya 166’an a Zivistanê careke din derket pêşberî xwendevanan.

Kovara Nûbiharê di vê hejmara xwe de dosyeya bi navê “Medyaya Civakî” hazir kiriye û gelek rojnamevan û nivîskar di vî warî de gotar nivîsandine.  

Wekî gelek miletî, Kurd jî êdî bi awayekî xurt medyaya civakî bikar tînin. Loma jî nîqaşa li ser vî warî nîqaşek di cih de ye. Kovara Nûbiharê jî dest avêtiye vê meseleyê û dosya li ser amade kiriye. Dosyaya ku edîtoriya wê Ahmed Kanî kiriye, dîsa Ahmed Kanî, Ferid Demirel, Cemil Oguz, Murat Bayram, Hasan Kosen, Hecî Kardoxî, Dr. Magded Sapan, Doç. Dr. Ekrem Onen, Welat Tofîq, Hesîbe Fayiqî û Konê Reş bi nivîsên ji aliyên cur bi cur ve li meseleyê nêrîne.

Hevpyevîn, nivîs û helbest hene

Ji bilî dosyayê hevpeyvîn, nivîs, çîrok û helbest hatine weşandin. Nihat Gultekîn bi hevpeyvînek di vê hejmara kovarê de cih girtiye. Gultekîn ligel hunermend Dilovan axiviye. Hunermend Dilovan ku ji malbateke hunermend tê dibêje, "Çil û du stranên bavê min di radyoya Erîvanê de hene"

Di vê hejmarê de Hanifi Taşkin, Abdullah Can, Edîb Polat, Şerîf Çelebî, Receb Dildar, Halil Aktug, Emînê Botî, Lokman Polat bi nivîsên xwe cih girtine. Her wiha Felat Dilgeş, Sabri Akbel, Mehmet Sena Sonmez, Zeynep Çelik, A.R.T Dilazad, Dawid Aram û Tekin Çifçi jî bi çîrokên xwe ked dane kovarê.

Li aliyê din di vê hejmarê de helbestên van kesan hatine belavkirin: Berken Bereh, Mustafa Berzan Doner, Hafizê Şîrazî, Asyah Goyî, Zeynel Abidîn Yildirimçakar, Seyyid Rissînî, Abdullah Încekan, Sezai Karakoç, Hibrî (Rizgar Elegez), Şukran Çaçan, Sidîq Gorîcan, Azad Rêbiwar, Muaz Ozel, Yusuf Abay, Evdilxaliqê Îsa, Mehmet Soysal, Cîhan Roj, Hekîm Meretoyar û Hamza Tokmak.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.