Kovara Nûbihar Akademiyê bi hejmara xwe ya 19’an careke din derçû.
Kovara Nûbihar Akademî, xwe weke kovara xebatên Kurdî ya navneteweyî dide nasîn. Ew di her hejmareke xwe de dosyayeyeke taybet hazir dike. Di vê hejmara xwe de jî dosyeyeka bi navê “Kurdê Zaza” hazir kiriye û bi çend gotaran naveroka dosyayê xurt kiriye. Edîtoriya dosyayê jî Nurettîn Beltekîn kiriye. Her wiha nivîskar û lêkolerên wekî Ercan Çaglayan, Harun Bozkurt, Îlyas Akman, Okan Alay, Metin Çîftçî û Veysel Yildizhan jî bi gotarên xwe piştevaniya dosyaya taybet kirine.
Wekî din jî Nuh Bozkur, Heval Batu û Esmael Saleh ji bo vê hejmarê nivîsîne û gotarên wan yên ku bi mijarên cuda dadikevin, hatine weşandin.
NAVENDA NÛÇEYAN