Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel NPG'ê gerîlayên li Botan, Metîna û Xakurkê ji ber çalakiyên wan pîroz kirin û got, “Li dijî hêza dijmin a ku 7'ê Hezîrana 2023'an li qada Besta ya Botanê dest bi operasyonê û wêrankirina xwezayê kir, bi rêbaza gerîla ya koordîneyî û serdegirtinê çalakiyeke serketî hate lidarxistin. Di vê çalakiyê de herî kêm 5 hêzên dijmin hatin tesfiyekirin. Ev çalakî di şexsê fermandara me ya leheng Leyla Sorxwîn de ji bo hilanîna tola Şehîdên Bestayê hate lidarxistin û ev yek wateya çalakiyê mezintir dike. Vê çalakiya we, careke din raxist pêş çavan ku dema li ser xeta şehîdan taktîkên gerîla û rêbaza şerê tîm ê pispor bi afirînerî bi cih bên anîn, ew gelekî bi bandor û encamgir bin. Artêşa Tirk a ku derba giran di vê çalakiyê de xwar, hem kuştiyên xwe veşartin, hem jî bi derewa 'du windahiyên me hene' hewl da bandora vê çalakiyê kêm bike. Di vê çalakiyê de ti zerar negihişt gerîla; bombardûman û operasyona piştî çalakiyê jî hatin pûçkirin, ev yek jî serketineke girîng e.
Ew ê serketin mezintir bin
Di 11'ê Hezîranê de wesayiteke leşkerî ya tîpa Reo hewl dida dagirkeran bibe Qada Berxwedanê ya Girê Hekarî ya Metînayê, û bi rêbaza sabotajê hate îmhakirin. Di encamê de 12 dagirker hatin cezakirin û wesayit bi temamî hate îmhakirin; ev çalakî bi taktîka sabotajê û rêbaza şerê tîm ê pispor hate kirin. Dijmin hejmara kuştiyên xwe yên li vir jî veşart û tenê li 2 kuştiyên xwe mikur hat.
15'ê Hezîranê jî li Qada Girê Şehîd Şahan a Xakurkê li hêza dijmin hate xistin, gerîla çû ser 18 cenazeyên dijmin û yek jê payebilind bû. Hate tespîtkirin ku dagirkerên li deverê hemû hatine cezakirin. Bi vê çalakiyê re derbeke giran li dijmin hate xistin. Em van çalakiyên serketî pîroz dikin. Hevserokatiya me ya Konseya Rêveber a KCK'ê jî ev çalakiyên serketî pîroz kirin. Em şervan û fermandarên keda xwe di van çalakiyan de hene û tevlî çalakiyan bûne hemûyan pîroz dikin.
Em hevrêyên li herêmên Botan, Metîna û Xakurkê hemûyan silav dikin ku bi ruhê fedaî yê Apoyî şer dikin. Em pê bawer in ku ew ê serketinên mezintir bi dest bixin."
BEHDÎNAN