Nobeta qeyûm mehek li pey xwe hişt

Çarşem 10 Tîrmeh 2024 - 00:05

Nobeta li Stenbolê ya ku li dijî desteserkirina vînê hatiye destpêkirin, ev meheke dewam dike. Çalakvanan peyama, "Yên ku di polîtîkaya qeyûmê de israr dikin, wê winda bikin” dan.

Nobeta ku ji aliyê Hêzên Ked, Aştî û Demokrasiyê ya Stenbolê ve li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê li navçeya Beyoglûyê dabûn destpêkirin di roja 29’an de berdewam dike. Di çalakiyê de ya ku gelek kes lê amade bûn pankarta "Taksîm û Colemêrg yên me ne, ji 1'ê Gulanê re azadî û qeyûm bicehime” hate vekirin û timî dirûşmeyên "Bijî berxwedana Colemergê" û “Wê qeyûm biçin em ê bimînin" hatin berzkirin.

Qeyûm desteserkirina vînê ye

Hevserokê navçeya Beyoglûyê yê DEM Partiyê Arif Yilmaz di nobetê de axivî û diyar kir ku ger asayîbûn were xwestin divê jiyanek demokratîk, wekhev pêk were û wiha got: “Gel vê yekê heq dike. Hewceyî bi şer û terorîzekirinê tineye. Polîtîkaya qeyûmê desteserkirina vînê ye û di neçareseriyê de israrkirine. Em banga xwe careke din dubare dikin; werin em li welatekî hevpar jiyana hevpar ava bikin."

Em ê têkoşînê bidomînin

Hevseroka navçeya Kagithaneyê ya DEM Partiyê Delal Eroglû jî anî ziman ku ji Colemêrgê heta Stenbol û zindanan berxwedan didome û wiha domand: “Eger li cihekî desteserkirin û bêedaletî hebe em ê li qadan bin. Dema em li çavên dayikên xwe dinêrin, em ji berxwedana wan hêz digirin. 29 roj in em tên vê herêmê. Em di têkoşîna xwe de mafdar in û em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Kurd dixwazin xwe rê ve bibin

Aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Dîcle Aşe jî destnîşan kir ku gelê Kurd wê êdî li hemberî desteserkirina vîna xwe bêdeng namîne û got: “Colemêrg rûmeta me ye. Kurd ne Kurdê berê ye. Kurd dixwazin xwe birêve bibin. Gel we naxwaze we winda kir, hûn ê winda bikin."

Em ê qeyûman bişînin

Dayika Aştiyê Sabîha Bozan, berxwedana li girtîgehan û ya li dijî desteserkirina vînê silav kir û wiha got: “Em qeyûman naxwazin û em ê qeyûm bişînin. Em ê bi berxwedana xwe tecrîdê bişkînin."

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.