Çalakiya xelkê Şengalê ya li dijî peymana di navbera PDK’ê û hikûmeta Iraqê ya li ser Şengalê û piştgiriya bi Asayîşa Şengalê re kete roja xwe ya 29´an. Çalakvan di doza xwe de bi israr in.

Xelkê Şengalê li dijî peymana Bexda û Hewlêrê ya li dijî Şengalê, bi armanca pişgirîdayîna Asayişa Êzîdxanê, li pêşiya Navenda Asayişa Şengalê kon vedane.

Çalakiya bi dirûşma “Em hemû Asayîş in” li ser riya giştî ya di ber asayîşê re derbas dibe, didome.

Xelkê Şengalê dibîjin, heta daxwazên wan neyên qebûl kirin, ew ê dev ji çalakiya xwe bernedin.

ROJNEWS/ŞENGAL