Çalakiya nobetê ya xelkê Şengalê ya li dijî peymana di navbera PDK’ê û hikûmeta Iraqê de ya li ser Şengalê, 28 roj li pey xwe hiştin. Çalakvan di doza xwe de bi israr in.

Xelkê Şengalê bi vê nobetê xwedî li Asayîşa Êzîdxanê dedikeve. Jixwe li ber avahiya Asayîşê jî konê ji bo çalakiya nobetê hatiye vedan. 

Çalakiya bi dirûşma “Em hemû asayîş in” 28 rojên xwe temam kirin. Kon li ser rêya giştî ya Şengalê vedayî ye. Xelkê Şengalê dibêje, heta ku daxwazên wan bên qebûl kirin, ew ê çalakiya xwe dewam bikin.

ŞENGAL