Nobeta Gel a dijî rejîma qeyûm didome

Çarşem 12 Hezîran 2024 - 00:44

Nobeta Gel ya dijî mêtingeriya qeyûm di roja 7’an de dom kir. Piştî ku bi biryara Serokkomarê AKP’yî Recep Tayyîp waliyê mêtinger li ser Şaredariya Colemergê hate danîn, çalakiyên curbecur ên dijî qeyûmgeriyê didomin. Yek ji van çalakiyan jî Nobeta Gel e. Di Nobetên Gel de tê diyarkirin ew ê bi berxwedana xwe pergala qeyûmgeriyê bişkînin.

Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê Hezîranê de hat binçavkirin û Şaredariya Colemêrgê hat desteserkirin. Piştre di dozê de 19 sal û 6 meh cezayê girtîgehê lê hat birîn. Protestoyên li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê didomin.

Hatay

Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Hatayê li navçeya Îskenderûn a Hatayê daxuyanî da. Gelek parastvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniyê bûn. Hevserokê Şaxa ÎHD’ê Coşkun Selçuk di daxuyaniyê de xwest ku ji bo aştiya civakî rêz ji vîna gel re bê girtin. Selçuk, bang li desthilatê kir û wiha got: “Banga me ji bo desthilata siyasî ew e ku ji bo avakirina kevneşopiyeke demokratîk û aştiyane, di vê pêvajoya krîtîk de li berpirsyartiya xwe xwedî derkeve, ji demên berê bo xwe dersan bigire, qeyûmê li Şaredariya Colemêrgê hatiye tayînkirin paşve bikişîne û li nirxên demokratîk û hiqûqa gerdunî vegere. Ji bo cîbicîkirina demokrasî û aştiyê êdî wextekî ku em êdî winda bikin tune ye.”

Mûş

Bi beşdarbûna Rêxistina DEM Partiyê ya Mûşê, hevşaredarên Mûşê, Parlementera DEM Partiyê ya Mûşê Sumeyye Boz û endamên meclîsa şaredariyê li ber şaredariyê li dijî xespkirina vînê çalakiya rûniştinê dewam kir.

Enqere û Izmîr

Li Enqere û Îzmîrê jî çalakî û nobeta li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê berdewam dikin.

Li Enqereyê li dijî desteserkirina Şaredariya Colemêrgê daxuyanî hat dayîn û çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

Li Îmzîrê jî nobeta li dijî desteserkirinê di roja 5’an de berdewam dike.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.