Nivîskara Fransî ya 82 salî Annie Ernaux Xelata Nobelê ya Edebiyatê wergirt. Nivîskara Fransî ji nivîskarên serdema îro yên Fransî yên herî muhim tê hesibandin. Berhemên wê gelekî bi îlhama serpêhatiya wê bi xwe hatine nivîsandin. Doh Akademiya Swêdê li Stockholmê da zanîn ku Annie Ernaux hêjayî Xelata Nobetê ya Edebiyatê hatiye dîtin. Akademiyê got, sedema ku wan ev biryar daye  “ji ber wêrekî û kite bi kite weke cerahekî şiyana wê ya ku pê wê ser kok, silbûn û astengkirinên kolektîf ên bîra şexsî vedikir” bûye. Gava ku sekreterê daimî yê akademiyê Mats Malm ev daxuyanî da, wî da zanîn ku ew hîna bi telefonê nekarîne xwe bigihînin nivîskara 82 salî. 

Annie Ernaux destpêkê sala 1974´an romana Les armoires vides (Dolabên vala) nivîsîbû. Lê kitêba wê ya çarem La place (Meydan) ya ku sala 1983´yan hat weşandin, ew navdar kir. Porteyeke kurt a dayika wê ya bi navê La femme (jin) a sala 1987´an jî gelekî hatibû ecibandin. Kitêba wê ya bi navê La honte (Şerm) a sala 1996´an jî kitêba wê yan herî zêde hatî wergerandinî zimanên biyanî ye. Di Bîranînên keçê ( Mémoire de fille) a 2016´an de jî em aliyên biyografîk û otobiyografîk ên nivîsa wê eşkere dibînin. 

STOCKHOLM