Gelê Kurd di sedsaliya Peymana Lozanê de xwe amade dike ku Peymana Lozanê betal bike û ji bo sûdê ji guherînên bêne kirin re bigre, xwe amade bike.
Di vê çarçoveyê de 17’ê Hezîranê bi pêşengtiya Nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya Başûrê Kurdistanê bi dirûşma ‘‘Di Sed Saliya Peymana Lozanê de Kurd Pêkvejiyanê li Rojhilata Navîn Dikin Çareserî’ Komxebata Sed Salî ya Lozanê hat lidarxistin û bal bire ser metirsî û guherînên rû bidin.
Endama KNK’ê û Serkirdayetiya YNK’ê Bilêse Cebar Ferman û Endamê KNK’ê û Endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Başûr û Şoreş Xidir ên di komxebatê de amade bûn, nêrînên xwe ji ANF’ê re parvekirin.
Dikarin Lozanê biguherînin
Bilêse Cebar Ferman derbarê mijarê de got:’’Divê em vê bizanin ku Tirkiye dixwaze sînorê xwe mezin bike, vekirî tîne ziman ku dawî li Tirkiyeya berî niha bi sed salî pêk hatiye, dawî li Tirkiyeya Atatûrk hatiye. Ji bo wê hemû hewldana wê ew e ku sînorê xwe berfireh bike. Mînakên vê me dîtiye, piştî peymana Lozanê bi 16 salan şûnde, Tirkiye bi referandûmekê yek ji bajarên Sûriyeyê bi ser sînorê xwe ve daniye. Vê yekê jî bi îtifaqa bi Fransayê re pêk anî. Ev yek jî dide nîşandan ku guherîn li madeyên Peymana Lozanê dikare bê anîn. Tirkiye di serî de dixwaze li Rojava û Başûrê Kurdistanê û dîsa li Yewnan û Bulgaristanê sînorê xwe berfireh bike. Divê Kurd ha ji van metirsî û guherînan hebin. Ew kartên zextê yên Tirkiye hene, em dikarin çi bikin di her guherîneke madeya Lozanê de jêre amade bin. Li ser kîjan bingehê siyasetê kar bikin.
Stratejiyeke hevpar divê
Endamê KNK’ê û Endamê Komîteya Ji Ocalan re Azadî ya Başûr û Şoreş Xidir jî got;’’Em hemû dizanin Peymana Lozanê dijî gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Rojhilata Navîn bûn. Ji vê peymanê yê herî zerermed gelê Kurd bûye ku li ser çar welatên dagirker hatiye parçekirin. Di vê sedsalê de gelek êrîş û qirkirin li ser gelê Kurd hatin. Jenosît li ser pêk hat. Bi hatina sedsaliya Lozanê re bi pêşengtiya KNK’ê û endamên wê xebatek baş tê kirin ku bi hemû pêkhateyên cêwaz, ol û baweriyan di bin sêwanekê de kom bikin ku li dijî Peymana Lozanê be. Armanca me li dijî vê peymanê bikarin helwest û stratejiyeke hevpar nîşan bidin.
NAVENDA NÛÇEYAN