Nivîskarê ‘Trêna şevê ya diçe Lîzbonê’ wefat kir

Nûçeyên Çand/Huner

În 7 Tîrmeh 2023 - 03:19

Nivîskarê Swîsreyî, Peter Bieri ê ku bêhtir bi romana xwe ya “Nachtzug nach Lissabon” (Trêna şevê ya diçe Lîzbonê) dihat naskirin, 79 salî wefat kir. Peter Bieri bi mexlasa “Pascal Mercier” romanên xwe dinivîsandin.

Peter Bieri, sala 1944’an li bajarê Bernê yê Swîsreyê hatiye dinyayê. Xwediyê çapxaneya ku pirtûkên wî çap dikir, Hanser Verlag da zanîn ku Peter Bieri di 4’ê Tîrmeha 2023’yan de wefat kiriye.

Romana bi navê “Nachtzug nach Lissabon” sala 2004’an li Elmanya ketibû nav lîsteya romanên herî zêde hatine firotin. 

Peter Bieri esas profesorê fîlozofiyê bû û heta sala 2007’an jî li “Berlin Freie Universitaet” (Zanîngeha Azad a Berlînê) dersên fîlozofiyê didan. Dema wî profesorî dikir, navê xwe yê rastîn ango Peter Bieri bi kar dianî lê dema pirtûkek dinivîsand mexlasa xwe Pascal Mercier datanî ser pirtûkan.

Peter Bieri piştî 50 salên xwe temam kirin, romanên wî hatin xwendin û ew bi van romanan hate naskirin. Nexasim jî pirtûka wî “Nachtzug nach Lissabon” li 40 zimanan hate wergerandin û bi milyonan nusxe jê hatin firotin.

Her wiha di sala 2013’an de filmek jî hat çêkirin ji ber pirtûkê. Aktor Jeremy Iron di filmê de cih digirt.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.