Nivîskarê Srî Lankayî, Shehan Karunatilaka bi romana xwe ya hicwî ya bi navê “The Seven Moons of Maali Almeida” (Heft Mehên Maali Almeida) Xelata Booker ya 2022’yan wergirt.

Nivîskar Shehan Karunatilaka di romana xwe de behsa serpêhatiya wênegirekî (Maali) dike. Bûyer di sala 1990’î de diqewime. Maali weke kesekî mirî ji xew şiyar dibe û nizane kê ew kuştiye. Ji hevalên xwe dixwaze wêneyên wî kom bikin û bi van wêneyan dijwariya şer nîşanî xelkê bidin. Ji bo vê yeke, tenê 7 mehên wî hene. 

Karunatilaka piştî Xelata Booker wergirt got, “Di şerê navxweyî yê li Srî Lankayê de em nizanin çend merivên sivîl hatin kuştin. Ji ber vê yekê bi karakterekî xeyalî yê mirî min ev mesele îfade kir. Hêvî dikim ku rojekê beriya rojekê Srî Lanka fêhm bike ku nijadperestî, nelirêtî û rant bi kêrî tiştekî nayên.”

Karunatilaka her wiha diyar kir ku piştî bûyera Salman Ruşdî ku ji ber pirtûka wî ya “Ayetên Şeytên” erişî wî kiribûn, tirsiyaye û wî jî çend çîrokên xwe yên kurt “otosansûr” kirine.

Karunatilaka beriya vê romana xwe, di sala 2011’an de romaneke bi navê “Chinaman” jî nivîsadibû.

NAVENDA NÛÇEYAN