Nivîskarê dijberiya qalibên modernîst mir

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 14 Adar 2023 - 01:50

Nivîskarê Japon, Kenzaburo Oe xatirê xwe ji vê dinya gewrik xwest. Kenzaburo Oe di edebiyata Japon de weke “dijberê nirxên qalibî yên civaka modern” dihat nasîn. Kenzaburo Oe 88 salî wefat kir. 

Wî karîbû bi nivîskariya xwe rexneyên xurt ên civakî û siyasî bixe nava rojeva edebiyatê jî. Jixwe, ji ber vê wî sala 1994’an Xeleta Nobelê ya Wêjeyê wergirt. 

Kenzaburo Oe ji dengên xwerû yên edebiyata Japon tê hesibandin. Ew bi veguherîna welatê xwe Japonyayê û pêvajoya wê ya modernbûnê ya piştî Şerê Cîhanê yê Duyem bi berhemên xwe yên hunerî daket; û wî ev jî bi awirekî rexnegir kir.  

Ji berhemên Kenzaburo Oe yên navdar, mirov dikare navê “Qêrîna bêdeng”, “Xwedîkirina dehiyê”, “Mesleyeke şexsî” hilde. 

TOKYO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.