Nîvê dengan jî bidest naxin

Pêncşem 9 Mijdar 2023 - 00:10

BIRWA ESED / ROJNEWS / KERKÛK

Çavdêrê Siyasî Şiwan Dawidî derbarê siyaseta PDK’ê û parçebûna dengên Kurdan a li Kerkûkê de nirxandin kirin. Dawidî derbarê rêjeya dengan a Kurdên li Kerkûkê de wiha got:’’Piştî ku yasaya hilbijartinê hat sererastkirin, xelk bi giştî û Kurd bi taybetî hest bi metirsiyê kirin. Parçebûn ne di berjewendiya ti aliyek de ye. Divê hilbijartinê de deng wê di berjewendiya lîsteyên mezin de be. Partî û lîsteyên biçuk ger dengên pêwîst neyînin wê dengên ji wan re herin betal bibin. Mixabin wê Kurd di vê hilbijartinê de nikaribin li Kerkûkê nîva dengên bajêr jî bidest bixin. Ev jî wê bibe şikestina yekem ji piştî sala 2003’yan ve. Şiwan Dawidî derbarê avanekirina Kurdan a yeklîsteyê ya li Kerkûkê de jî wiha got:’’Di sala 2003’yan de dema ku yekrêziya Kurdan hebû, karîn destkeftên mezin ji bo gelê Kurd bidest bixin. Niha cîhan û herêm, Iraq û Herêma Kurdistan jî di nav de ber bi guhertinên mezin ve diçe. Mixabin Kurd ji van guhertinan re ne amade ne. Ev jî wê bibe sedem li şûna qezencek mezin bidestxin, wê zirareke mezin bibînin. 

PDK’ê Kurd parçe kirin

Şiwan Dawidî rola PDK’ê ya di vê rewşê de jî wiha nirxand:’’Me dît, beriya hilweşandina encûmena parêzgeha Kerkûkê, piraniya endamên encûmenê Kurd bûn. Lê PDK razî nebû lihevkirin li ser parêzgarek (walî) bike. Daxwaz kir ku parêzgar PDK’yî be, qebûl nekirin kesek cûda bibe parêzgar. Li gorî min ger Kurd di vê hilbijartinê de 10 kursiyên encûmena parêzgeha Kerkûkê jî bi dest bixin, lê ger ne bi yekgirtî herin encûmenê wê carek din kursiyên wan dabeş bibin. Li gor vê rewşa niha heyî, wê Kurd nikaribin parêzgarek Kurd ji bo bajêr diyar bikin. Piraniya dengên Kurdan ne tenê diçin ji partiyek re. Beşek yê dengan diçe ji PDK’ê re, lê PDK xwe daye eniyek cûda.

Projeya veşartî ya Tirkan heye

Tirkiye proje û eniyeke veşartî li herêmê de heye û kar li ser dike. Destpêkê ew enî ji bo Iraqê bû. PDK, beşek ji Erebên Sune û Sedirî bûn. Bi vekişîna Sedir nekarîn biserkevin. Lê li Kerkûkê piştgiriya wê eniyê bi awayek cûdatir tê meşandin.

Dînemoya projeya Tirkiye li Iraqê Xemîs Xencer e û di nava pêkhateyan de kar li ser dike. Piştî hilbijartinan wê vê projeya xwe bixin meriyetê. Lê eniya li beramber jî projeyek zelal nine. Ji ber ku Kurd di nav aloziyan de ne. Parçebûn û ji hev qutbûna hêzan ne di berjewendiya netewa Kurd da ye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.