• Li Şengalê pêr êvarê di qezayekê de 2 welatî mirin û 27 welatî jî birîndar bûn. 

Li Şengalê pêr êvarê di qezayekê de 2 welatî mirin û 27 welatî jî birîndar bûn. Di dîmenên li cihê qezayê de sosretek xuya dike; leşkerên Iraqê piştî mirina 2 kesan û birîndariya bi dehan kesan, kêfxweşiya xwe nîşan didin.

Doh danê êvarê li Şengalê di navbera nahiya Sinûnê û Xanesorê de servîsa xwendekaran li tanka avê ya artêşa Iraqê qelibî. Di encama qezayê de yek jê şofêrê servîsa xwendekaran û yek jê xwendekar 2 kesan jiyana xwe ji dest da û 27 kes jî birîndar bûn. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Sinûnê.

Piştî bihîstina vê qezayê bi sedan Şengaliyî berê xwe da cihê bûyerê û Nexweşxaneya Sinûnê û nerazîbûn nîşanî artêşa Iraqê da.

Di dîmenan de xuya dike ku leşkerên artêşa Iraqê ji ber mirin û birîndarbûna Êzîdiyan kêfxweşiya xwe nîşan didin.

Di dîmenan de xuya dike ku di wesayîteke leşkerî de 3 leşkerên artêşa Iraqê hene û 2 ji wan leşkeran wekî ku şahiyeke pîroz dikin, çekên xwe bilind dikin û datînin û her wiha dikenin.

Ev dîmenên sosret di nava civaka Êzîdî de rastî nerazîbûneke mezin hatin. Civaka Êzîdî dibêje, ev dîmen nîşana dijminahiya li hemberî wan e. 

ROJNEWS/ŞENGAL