Nirxên nû tevlî şoreşê kirin
Sêşem 5 Kanûn 2023 - 00:09

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku Serhildan Maku û Dîren Amed bi meşên xwe yên li Botanê nirxên nû tevlî têkoşîna şoreşê kirin û sersaxî ji malbatên wan û gelê Kurdistanê re xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê agahiyên derbarê nasnameyên Serhildan Maku û Dîren Amed de parve kir ku 9’ê Tebaxa 2023’an di êrîşa li ser Botanê de şehîd bûn û wiha got:’’
9’ê Tebaxa 2023’an di êrîşa dijmin a li ser qada Elkê ya Botan de mîlîtanên Partiya me hevrêyên hêja Serhildan Maku û Dîren Amed şehîd bûn. Hevrêyên me Serhildan û Dîren li Botanê ku navenda têkoşîna me ya gerîla ye, gerîlatî kirin û di pêvajoyeke ku dijmin bi dijwarî êrîş dikir de wezîfeyên xwe yên mîlîtaniyê bi serketî bi cih anîn. Hevrêyên me îspat kirin ku mîlîtaniya Apoyî ti caran têk naçe. Hevrêyên me Serhildan û Dîren di têkoşîna şoreşgeriyê de gelek serketin bi dest xistin û bi meşên xwe yên li Botanê nirxên nû tevlî têkoşîna şoreşê kirin. Di serî malbatên hêja yên hevrêyên me Serhildan û Dîren, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin. Bi berpirsyariya ku em ê bibin layiqê mîrateya berxwedanê ya hevrêyên xwe Serhildan û Dîren, em soz didin ku em ê bi ser bikevin.
Hevrêyê me Serhildan li bajarê Maku yê Rojhilatê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de jidayîk bû. Sala 1999’an tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me bi jiyana xwe ya derwêşane, bi wateya ku dayî hevrêtiyê û bi xwesteka xwe ya têkoşînê ji hemû hevrêyên xwe re bû mîlîtanekî Apoyî yê mînak. Heta nefesa xwe ya dawî bi nirxên azadiyê ve girêdayî ma û tevlî karwanê şehîdan bû.
Hevrêyê me Dîren li Amedê di nava malbateke welatparêz û girêdayî çanda xwe de, jidayîk bû. Sala 2014’an berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Bi kesayetiya xwe ya dilnizm ti carî xwe têrker nedît û her tim ji xwe re kir esas ku têkoşînê mezin bike. Ji bilî misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ti serketin ji xwe re têrker nedît, ji bo vê armancê bi ser bixîne bi her awayî fedakarî kir.
Agahiyên derbarê nasnameyên hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Serhildan Maku (Alî Ahmedpûr), li Makuyê jidayîk bûye, 9’ê Tebaxa 2023’an li Botanê şehîd bû.
Dîren Amed (Mazlûm Şener), li Amedê jidayîk bûye, 9’ê Tebaxa 2023’an li Botanê şehîd bû.
BEHDÎNAN













