Nirxên azadiyê temsîl kirin
Çarşem 5 Hezîran 2024 - 03:15
- HPG’ê diyar kir ku 8’ê Nîsanê li Metînayê 3 gerîla şehîd bûn û got: Em car din soza xwe nû dikin ku têkoşîna xwe ya azadiyê ku emaneta hevrêyên me ye, bi serketinê tacîdar bikin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê derbarê gerîlayên şehîd, ev agahî dan:“Di 8'ê Nîsana 2024'an de li herêma Metînayê di êrîşa dijmin de hevrêyên me Zîlan Amed, Şahan Amed û Serhed Çarçella şehîd bûn. Li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker ku ji bo tinekirina destketiyên gelê me û tevgera me, ji bo qirkirina Kurdan pêk tîne, berxwedaneke destanî tê meşandin. Ya ku mohra xwe li vê berxwedana destanî xist jî bêguman pêşengiya YJA Starê ye. Jina leheng a Amedê fermandara YJA Starê ya hêja hevrêya me Zîlan Amed jî tevlî vê kevneşopiya berxwedanê ya li çiyayên Kurdistanê bû. Ji Zapê heta Heftanînê, ji Qendîlê heta Rojava û Metînayê li gelek herêmên welatê me li dijî êrîşên li ser gelê me xwe kir sîper, bû yek ji mînakên herî şênber ên jinên ku bi şerkirinê bedew dibin. Hevrêya me Zîlan ku milîtaneke Apoyî bû û xwe ji bo azadiya gelê me û jinan feda kir, di kesayetiya xwe de pîrozmendiya kedê, heybetiya berxwedanê û dilsoziya bi nirxên azadiyê temsîl kir. Hevrêyên me Şahan û Serhed jî weke ewladên bi rûmet ên gelê me bi ked û daxwazeke mezin tevlî nava şerê azadiyê bûn, her kêliya şerê azadiyê bi têkoşîna ji bo bersivdayina li daxwaza azadiyê ya gelê me derbas kirin. Hevrêyên me Şahan û Serhed ku ruhê ciwanên Apoyî di kesayetiya xwe temsîl kirin di serî de herêma Metînayê li her devera ku lê man berxwedan mezin kirin. Di serî de malbatên hêja yên hevrêyên me Zîlan, Şahan û Serhed ku ewladên leheng ên gelê me bûn, em sersaxiyê ji tevahiya gelê me yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin û soza xwe dubare dikin ku têkoşîna me ya azadiyê bi ser bixînin ku emanetê hevrêyên me ne.
Fermandara dilpak Zîlan!
Hevrêya me Zîlan li gundê Çemê Elîka yê Licê ya Amedê welatparêz e û di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de bedel daye jidayîk bû. Di sala 2004’an de ji Amedê tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêya me ya ku bi hêrsa dijmin û hestên kûr ên welatparêziyê di dilê xwe de tevlî nava refên gerîla bû, ji roja destpêkê ve tevlîbûneke bi îrade û bi coş pêk anî. Hevrêya me Zîlan bi pratîka xwe ya serkeftî di van xebatên xwe de hurmeta hemû hevrêyan girt, xwest biçe herêmên ku şer lê dijwar bû. Di her xebata ku di nav de cih girtibû bi kelecanek mezin bi ser ket û bû milîtaneke PKK-PAJK’ê. Di sala 2014’an de li Akademiya Leşkerî ya Mahsûm Korkmaz perwerde dît û di fermandariyê de asteke girîng bi dest xist. Hevrêya me ya ku bi perwerdeya li akademiyê dît û bi hevrêyên xwe re nîqaş kir, firsenda ku di warê bîrdozî û leşkerî de xwe hîn zêdetir pêşde bibe dît. Êdî ji fermandariya YJA Starê amade bû ku erkên girîng bigire ser milê xwe. Pêşniyara hevrêya me Zîlan a ku piştî êrîşên çeteyên DAÎŞ'ê yên li dijî Şoreşa Azadiyê ya Rojava û komkujî li ser gelê me pêk anîn, xwest derbasî herêma Rojava bibe, hat qebûlkirin. Hevrêya me Zîlan a ku bi fedaî li hemberî çeteyan şer kir, carekê ji gelek cihên bedena xwe birîndar bû. Hevrêya me li gel ku birîna wê giran bû jî, bi saya îradeya xwe ya bilind a têkoşînê di demeke kin de bi ser ket. Hevrêya me Zîlan ku piştre li gelek herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî çeteyan şer kir, di taktîkên leşkerî û hunera fermandariyê de ezmûn û zanyariyên girîng bi dest xist.
Di demeke ku çeteyên DAÎŞ’ê êdî ji bo gelê me rastî gefan nehat, hevrêya me Zîlan berê xwe da çiyayên ku cihê xwe yên azadiyê lê hîs dikir. Ji ber pêwîstiyan di asta fermandariya herêmê ya Metînayê de berpirsyarî girt ser xwe. Hevrêya me Zîlan li hemberî êrîşên dijmin ên li ser Metînayê di berxwedanê de dereng nema, di organîzekirina gelek çalakiyan de cih girt û derbên giran li dijmin xistin. Hevrêya me Zîlan her tim bi hevrêyên xwe re bû, bi wan re jiyanê parve dikir; bi kesayeta xwe ya dilpak û mutewazî di dilê hemû hevrêyên xwe de cih girt.
Bûne çavkaniya moralê
Hevrêyê me Şahan li Amedê di malbateke welatparêz de jidayîk bû. Di sala 2018’an de tevlî nava refên gerîla bû. Hevrêyê me li hemberî êrîşên dijmin ên li ser herêmên Metîna, Zap û Avaşînê ji berxwedana hevalên xwe hêz û moralek mezin girt, xwest di zûtirîn demê de bibe parçeyek ji vê berxwedana destanî. Li ser vê bingehê hevrêyê me Şahan ê ku derbasî herêma Metînayê bû, bû şahidê berxwedana li Girê Colemêrgê ku di pêşengiya hevrê Nûrî, Hêzil, Laşer, Şerzan, Seren û Azê de hate pêşxistin. Hevrêyê me yê ku aliyên wî yên kedkarî û fedakarî derket pêş, hemû dema xwe ji bo tolhildana hevrêyên xwe derbas kir. Bi vî awayî beşdarî gelek çalakiyên ku li herêma Metînayê hatin pêşxistin bû û derbên giran li dijmin xist.
Hevrêyê me Serhed di malbateke welatparêz de li bajarê Qamişlo hatiye dinê. Di sala 2018 de tevlî nav refên Partiya me bû. Hevrêyê me yê ku her kêliya xwe di nava refên Partiyê de jiya, bi heyecan, tevlîbûna bi îrade û coşa xwe ya jiyanê bû milîtanekî ku hemû hevrêyên wî ji xwe re mînak girt. Bi kesayeta xwe ya têgihîştî û jiyana xwe ya mutewazî rêz û hezkirina hevrêyên xwe bi dest xist. Di çalakiyên ku li herêma Metînatê hatin pêşxistin de cih girt û hewl da tola hevrêyên xwe yên şehîd ketine hilîne. Di heman demê de hevrêyê me Serhed bi fedakariyeke mezin kir ku tunelên şer hîn bêhtir geş bike û wan veguhere çeperên berxwedan û ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û moralê.”
Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Zîlan Amed (Bêrîvan Zengîn), li Amedê jidayîk bûye, 8’ê Nîsana 2024’an li Metîna şehîd bû.
Şahan Amed (Nûrûllah Tûnç), li Amedê jidayîk bûye, 8’ê Nîsana 2024’an li Metîna şehîd bû.
Serhed Çarçella (Esed Raîd), li Qamişlo jidayîk bûye, 8’ê Nîsana 2024’an li Metîna şehîd bû.
BEHDÎNAN