Nîqaşên bêexlaq in
În 5 Gulan 2023 - 14:26
- Xebat Andok derbarê hilbijartinan de got, “Hilbijartin parçeyekî ji şerê heyî ye, mîna qonaxeke wê ye. Divê gel di hilbijartinan de faşîzmê ji holê rake.”
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok pêvajoya hilbijartinên Serokkomariyê û Parlamenteriyê yên 14'ê Gulanê ji ANF'ê re nirxand.
Xebat Andok bal bire ser tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan jî û got; "Ya rast şidandina tecrîdê ne tenê vê demê ye. 26 meh in bi ti awayî agahî ji Rêberê me nayê wergirtin. Ev yek radixe pêş çavan bê tecrîd çiqasî hatiye mayindekirin."
Xebat Andok nîqaşên li ser Rêber Abdullah Ocalan ên di vê dema hilbijartinê de bi bîr xistin û got, “Ev nîqaşên gelekî bêexlaq in. Bêguman herkes bi rengekî cuda Rêber Apo fêhm dike. Fêhmkirina gelê Kurd cuda ye, fêhmkirina faşîzma AKP-MHP'ê, rejîma qirker cuda ye. Fêhmkirina Tifaqa Millet, yanî muxalefeta nava sîstemê, hinekî din cuda ye. Herkes qala Rêber Apo dike. Parêzerên Rêber Apo daxuyanî dan. Diyar kirin ku nabe Rêberê me bi ti awayî weke amûrekê bê nirxandin. Rejîma qirker, muxalefeta nava sîstemê di ser Rêber Apo, gelê Kurd û PKK'ê êrişî hev dikin. Lewma propagandayeke gelekî qirêj, bêpîvan dikin.”
Hilbijartin qonaxeke şer e
Xebat Andok got, ji daxuyaniyên rayedarên rejîmê tê dîtin ku hilbijartin di çarçoveya şer de tê kirin: "Belê, hilbijartin parçeyek ji şerê heyî ye, mîna qonaxeke wê ye. Di vî şerî de berxwedana Tevgera Azadiyê ya Kurd, Gerîlayên Azadiyê û Rêber Apo nehişt ku ew encamê bi dest bixin. Bi ser neketin. Dixwestin sala 2022’yan bi temamî biqedînin û bi temamkirina qirkirina Kurdan, bi tesfiyekirina PKK'ê û eciqandina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê dest bi sala 2023’yan, yanî sala 100'emîn a Komarê bikira. Armanca êrişên li ser Başûrê Kurdistanê, Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê bi vî rengî bû. Di bingeha êrişên topyekûn de ev hebû. Lewma helwêsta wan a di vê hilbijartinê de radixe pêş çavan bê di vî şerî de çawa têk çûne.”
Polîtîkayên qirkirinê têk diçin
Xebat Andok got, serketina Tifaqa Ked û Azadiyê wê di asta şoreşa demokratîk de guhertinên mezin pêk bîne: “Ji ber ku hêzên li hember têdikoşin, ew hêz in ku faşîzma AKP-MHP'ê temsîl dikin. Hêzên hegemonîk ên modernîteya kapîtalîst in ku di şexsê wan de dixwazin Komploya Navneteweyî bi ser bixînin. Ya ku têk biçe wê ne tenê faşîzma AKP-MHP'ê be. Di şexsê faşîzma AKP-MHP'ê de wê polîtîkayên qirkirinê yên sed salî têk biçin. Ev di heman demê de têkçûna mezin a PDK'ê ye jî ya ku bi her awayî hevkariyê bi faşîzma AKP-MHP'ê re dike û weke xiyaneta Kurdan tê pênasekirin. Bêguman têkçûna Erdogan û faşîzma AKP-MHP'ê ne çareseriya her tiştî ye. Pêvajoyeke nû ya têkoşînê wê dest pê bike. Bivênevê ev yek wê pêk were. Têkoşîna me ya heyî jixwe wê dewam bike."
Divê gel amade be
Xebat Andok bal bire ser gotinên 'darbe'yê yên rayedarên rejîma AKP-MHP'ê û got, “Dibêjin; heger em di hilbijartinê de winda bikin, ev yek dagirkirina welat e. Gelek gotinên bi vî rengî yên dûrî aqil dibêjin. Mîna ku ev welat malê bavê wan e, mîna ku ew nebin, welat wê tine bibe. Faşîzm tiştekî bi vî rengî ye; xwe bi hin tiştan re dike yek. Li gorî wê, ew hebe her tişt heye, ew tine be her tişt tine ye.
Lê belê xwediyê rasteqîn ê vî welatî gel in. Xwediyên rasteqîn ên welêt, bindest in, kedkar in, jin in, kesên mezlûm in. Ne komeke rantxur e. Ji ber vê jî ew ê bixwazin ku ji desthilatdariyê nekevin. Lê belê di serî de Hêzên Ked û Azadiyê divê gel hemû bi sekn, têkoşîn û berxwedana xwe ji vê yekê re amade bin."
Rizgarbûna ji faşîzmê aramî ye
Xebat Andok ragihand ku hilbijartin bi rastî jî firsendeke dîrokî ye, ji bo jiholêrakirina mejiyê qirkirinê firsendeke dîrokî ye û wiha dewam kir: “Ne tenê ji bo Kurdan, ji bo her kesê li Tirkiyeyê ev wiha ye. Heta pirsgirêka Kurd neyê çareserkirin li Tirkiyeyê bipêşketina aboriyê, aramî û demokrasî nabe."
Xebat Andok got, rizgariya ji faşîzma AKP-MHP'ê, wê bêhnê bîne ber Kurdan, gelan, ciwanan, kedkaran, bindestan û karkeran û wiha dewam kir: “Ev ê bike ku pêvajoyeke nû ya demokratîk dest pê bike. Li dijî me êrişeke giştî tê kirin. Wê demê divê em jî bibin yek. Tevî ku gelek cihêrengî hene jî yekbûneke girîng pêk hat. Madem derfetên tifaqê afirîn, hingî divê pêvajoya heta hilbijartinê bi rengê herî baş bê bikaranîn, bi taybetî roja hilbijartinê helwêsta demokratîk bê nîşandan. Her kes divê helwêsteke bidawîkirina desthilatdariya tifaqa AKP-MHP'ê, Erdogan-Bahçelî nîşan bide.”
NAVENDA NÛÇEYAN