Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Qurbanê serdana gorên şehîdan kirin.
Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi boneya Cejna Qurbanê bi peşengtiya Saziya Malbatên Şehîdan li Saziya Malbatên Şehîdan kombûn û bi meşekê berê xwe dan goristana wargehê. Di meşê de dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Şehîd Namirin’ hatin berzkirin.
Piştî girse gehişt ser goristanê li wêderê deqeyek rêz ji bo giyanê tevahî Şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hate girtin, piştre mûm li ser gorên şehîdan hatin pêxistin. Li ser navê şêniyên wargehê Taybet Kapar axivî, cejn li Rêber Apo û gelê Kurd hemûyî pîroz kir û got: “Dijmin ji gor û hestiyên şehîdên me ditirsin, ji ber wê li her derê êrîş dibe ser gorên wan û gorên wan xirab dikin, hestiyên wan dixin sindoqan û ji malbatên wan re rêdikin. Dijmin çi bike bila bike ew nikare vîna me bişkînin.”
ROJNEWS/MEXMUR